Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek 2021-05-23 10:51:59   RIHA – Malbata Şenyaşar, di roja 76’emîn a lêgerîna edaletê de ev peyam parve kir: “Werin em li dijî zilmê bibin yek. Ji bo hemû kesên ku piştevaniya me dikin spas.”   Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin di roja 76’emîn de didome. Ji ber qedexeya derketina derve Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîn.    ‘LI DIJÎ ZILMÊ YEKITÎ’   Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya sanal ev parverkirin kir: “Werin em li dijî zilmê bibin yek. Baroya Rihayê: “Em ji raya giştî re radigihînin ku heta dawiyê em ê şopînerê doza ku wê weke Komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê derbasî dîrokê bibe bin’. Ji bo hemû kesên ku piştevaniya me dikin spas.”