25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome 2021-05-23 09:04:00   ENQERE - Dayika Aştiyê Munîbe Koç, ku 25 sal in ji bo aştiyê di nav her çalakiyê de cih digire got: "Divê têkoşîn tim berdewam be."   “Heger min têkoşînê nas nekirina, ez ê kor, lal û ker bûma. Lê min têkoşîn nas kir, çavên min û guhên min vebûn, bi zar û ziman bûm. Dêya min 8 mehan xwe sûcdar kir ji ber îşkenceya li birayê min hat kirin. Digot, ji ber ku min bi kurdî axifiye ev lê hatiye kirin û paşê mir. Ji lew re dêya min têkoşînê nas nedikir. Lê niha jin bi saya têkoşînê ji malê derdikevin. Dizanin xeta ne ya wan e, yê sûcdar dewlet e. A sûcdar pergal bû, ne dêya min. Sûcdar, pergala feodal bû."    Ev gotin, ên Dayik Aştiyê Munîbe Koç in. Koç, ji sala 1980'yî ve li Enqereyê ye. Di sala 1956'an de li gundê Mûcûc ê Erdexanê hatiye dinê. Dayika 3 zarokan Koç, di 19 saliya xwe de zewiciye û di 20 saliya xwe de bûye dayik. Piştî 4 salên li Erdexanê berê xwe daye Stenbolê û li vir jî zarokek jê re çêbûe û piştî 9 mehên li vir koçî Enqereyê dike. Li Enqereyê ji be rku rewşa wan a aborî nebaş bûye, li vê derê dergevanî kiriye.   Lê piştî di sala 1980'yî de birayê wê tê girtin, jiyana wê bi temamî diguhere. Tevî 3 zarokên xwe gelek caran çûye Girtîgeha Erziromê, cem birayê xwe û ev çûn hatin heya sala 1991'î didome.    DÊYA MIN XWE WEKÎ SÛCDAR HÎS KIR    Wê demê herî zêde tiştên hatine serê dêya wê, bandor lê kirine. Koç ji bo vê got: "Dêya min diçe girtîgehê cem birayê min û bi kurdî diaxive. Wê kêliyê du esker li cem wan in. Gava bi kurdî diaxife, esker li ber çavên wê li birayê min dixin. Dêya min, tim digot ev bela min wisa bûye, ji ber ku min kurdî xeber da îşkence li kurê min kirin. 8 mehan bi şev û biroj ev tişt got. Axirê pençeşêr lê peyda bû û jiyana xwe ji dest da. Piştî mir, hema bibêje ez ketim dewsa wê. Ez tim çûm girtîgehê cem birayê xwe. Heya sala 1983'yan em çûn Erziromê û hatin. Paşê birayê min anîn Girtîgeha Eskîşehîrê."    TÊKOŞÎN    Birayê wê ji ber di sala 1989'an de li Eskîşehîrê dikeve greva birçîbûnê, wî sewqî Girtîgeha Aydinê dikin. Koç got: "Herî dawî gava em çûn, ji ber ku di greva birçîbûnê de bû nehat cihê hevdîtinê. Em li ber derî man. Paşê birayê min û girtiyên din bi zorê sewqî Aydinê kirin. Di rê de 2 girtî jiyana xwe ji dest dan. Em xizmên girtiyan çûn ber Girtîgeha Aydinê û me çalakî li dar xist. Çalakiya me 15 rojan dewam kir. Min bi vê çalakiyê têkoşînê nas kir. Min wê çaxê çapemenî, partiyê nas kir. Min nizanibû bê çi çi ye."    BÛ DAYIKA AŞTIYÊ    Piştî birayê wê di sala 1991'ê de tê berdan jî, têkoşîna xwe didomîne. Birayê wê di sala 1992'yan de û kurê wê jî di sala 2003'yan de tevli PKK'ê dibe. Koç, di sala 1996'an de tevli Înîsyatîfa DayikêN Aştiyê dibe û di sala 1997'an de cara ewil tê binçavkirin. Gava Koç tê binçavkirin, wê salê birayê wê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Piştî vê jiyana wê di nav têkoşîna ji bo aştiyê de derbas dibe. Koç got: "Êdî nedisekinîm. Wê çaxê min fêm kir bê jiyan çi ye. Çalakiyek li ku bûna ez li wir bûm. Me di sala 1997'an de çelengek danî ber konsolosekê. Niha nayê bîra min bê kîjan konsolos bû. Lê çalakiyek ji bo aştiyê bû. Ez jî çûm û hatim binçavkirin. Di binçavan de ji min re gotin, 'tu cara ewil tê binçavkir, tu yê careke din bê yan na?' Min jî got, 'heya aştî neyê, ez ê hê pir bêm vira.' Min ji bo aştiyê têkoşînê xwe domand."    Koç, li hemberî hevjînê xwe û malbata wî jî têkoşiyaye û got: "Ji bo biçim çalakiyan, min û hevjînê xw eme tim şer dikir. Pirî caran min digot, 'diçim nexweşxaneyê' derdiketim û diçûm çalakiyê. Rojekê daxuyaniyek hebû, min jî rahişt zarokan û em çûn. Gava em vegeriyan, hevjînê min derî li me venekir. Em di paceyê re ktin hundir. Paşê hevjînê min jî tevî min tevli çalakiyan bû."    BÛ NAMZET JI BO PARLEMENTERIYÊ    Koç, demekê di HDP'ê de rêvebertî kiriye û di sala 2015'an de li Enqereyê bû namzeta HDP'ê ya ji bo parlementeriyê. Koç, ku her hefte tevli çalakiyên Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dibû, tevli çalakiyên Dayikên Aştiyê, tevli meş û daxuyaniyan dibû, niha li hevjînê xwe yê nexweş miqate ye.    Koç got: Têkoşîn, divê tu carî nesekine. Divê em cesaretê bidin hev du."    MA / Zemo Aggoz