Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim 2021-05-23 09:03:09   COLEMÊRG - Li gundekî Robarokê Tacettîn G. hewl dabû tecawizî zarokeke 5 salî bike. Xizmên Tacettîn G. ji bo malbata zarokê dev ji giliya xwe berde, zorê dide malbatê. Dayik Bîlmez S. got: "Heger dewlet û gel aliyê min nekin, ez ê tevî malbata xwe ji vî welatî bar bikim, biçim."    Di 16'ê Gulanê de li gundekî navçeya Robarok a Colemêrgê, kesê bi navê Tacettîn G. (25), hewl dabû zarokeke 5 salî bike, lê piştî malbat pê hesiyabû, Tacettîn G. ji malê reviyabû û çûbû xwe teslîmî cendirmeyan kiribû. PIştî malbata keçikê gilî kir, Tacettîn G. hat girtin û wî şandin Girtîgeha Colemêrgê.    Lê belê malbata keçikê diyar kir u xizmên Tacettîn G. ji bo dev ji giliya xwe berdin zorê didin wan.    Apê keçikê Adil S., anî ziman ku Tacettîn G. di 16'Ê Gulanê de ji Robarokê hatiye gund û piştî serî li xizmên xwe daye, hatiye mala birayê wî û gotiye wê çayekê vexwe û biçe, lê belê Tacettîn G. di nav 15 deqeyan de çend caran çûye lawaboyê û devê biraziya wî ya 5 salî girtiye û bi xwe re biriye lawaboyê û ji bo keçik neqîre bi kêrê gef lê xwarine.    REVIYA    Adil S., bilêv kir ku piştî ferq kirine deriyê lawaboyê şikandine û biraziya xwe bi xelas xistine û got: "Xwişka keçikê gava ferq dike, diçe ji bavê xwe re dibêje. Li derî dixin lê derî venake. Hewl didin bi zorê derî vekin. Piştî derî tê şikandin Tacettîn G. direve. Biraziyek min hewl dide wî zevt bike û bi pêlava xwe li ser çavê wî dixe û bê pêlav ji gund direve. Paşê diçe Şemzînanê. Diçe Qereqola Cendirmeyan û teslîm dibe."   Dayika Keçikê Bîlmez S. jî anî ziman ku cendirme hatine malê û paşê tevî cendirmeyan çûne Qereqola Cendirmeyan a Ortaklar a Robarokê û li qereqolê bê pedagog îfadeya keça min girtin. Bîlmez, diyar kir ku bi îhtimala ku sperm li ser kincên keçika wê hebe, kincên wê dane qereqolê, lê bêyî ku tiştek bê kirin kinc dane wan. Bîlmez, destnîşan kir ku ji ber vê trawmayê keça wê sê rojan nikaribûye biaxife û tim kabûsan dibîne û got: "Ev kes xwestiye keçika in a 5 salî bi xwe re bibe lawaboyê. Lê gava keçika min qebûl nake, ê bi zorê dibe. Dibû ku wê rojê keçika min bimirana. Hê jî milê wê reş in. 3 rojan nikaribû biaxife. Gava şiyar dibe, ji nişkave diqîre."    Dayik Bîlmez S. destnîşan kir ku li qereqolê lêpirsîneke baş nehatine kirin û delîl nehatine berhevkirin û li nexeşxaneyê jî muayeneyeke baş nehatiye kirin.    ZORÊ DIDIN MALBATÊ    Bîlmez S., da zanîn ku malbata Tacettîn G. tim telefonî wan dikin û ji wan dixwazin dev ji giliya xwe berdin û got: "Ên telefon dikin dibêjin, 'keça te biçûk e, dev jê berde. Heger tu wisa bikî, jixwe em ê bi xwe cezayê sûcdar bidin.' Ez ê dev ji vê bernedim. Heger dewlet û gel aliyê min nekin, ez ê tevî malbata xwe ji vî welatî bar bikim, biçim. Ne qanûn, ne jî dewlet pêşî li ber van tiştan nagirin."    HIN ZAROKÊN DIN JÎ TACIZ KIRIYE    Aktivîstê mafên mirovan Eren Baskin jî ku serdana malbata zarokê kir, anî ziman ku delîl baş nehatine berhevkirin û zarok bi awaykî baş nehatiye muayenekirin. Baskin got: "Şahid dibêjin, ev kes li gund berê jî hin zarok taciz kirine. Em parêzvanên mafên mirovan, em ê li hemberî vê bisekin û ji bo sûcdar cezayekî baş bigire, çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê dev ji vê dozê bernedin."