Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî 2021-05-23 09:01:14   EDENE - Mehmet Olcay ê betal ku rewşa wî ya aborî nebaş e ji bo alîkariyê serî li Qeymeqamtiya Yuregîrê da. Qeymeqamtiyê, lîreyek tenê xist hesabê wî.    Li navçeya Yûegîr a Edeneyê tiştekî pir ecêb qewimî. Mehmet Olcayê betal û rewşa wî ya aborî nebaş e, ji bo alîkariyê serî li Weqfa Piştevaniyê ya Civakî ya Navçeya Yuregîrê daye. Weqfê tenê lîreyek xistiye hesabê wî.    Olcay, anî ziman ku tim serî li weqfê did û car heye 100 lîre car heye jî 200 lîre didin wî, lê belê ya dawiyê tenê lîreyek xistine hesabê wî. Olcay, da zanîn ku di 6'ê Sibata 2020'î de serî li weqfê daye û di 26'ê Sibatê de lîre û di 22'yê Nîsana 2021'ê de jî 200 lîre û di 26'ê Nîsanê de jî lîreyek ketiye heabê wî.    Olcay, diyar kir ku li ser înşeatan dixebite û xaniyê wî bi kirê ye û 3 zarokên wî xwendekar in. Olcay, bilêv kir ku gava betal bûye serî li weqfê dida û her carê an 100 lîre an jî 200 lîre pere diket hesabê wî, lê di serlêdana dawî de tenê lîreyek xistine hesabê wî. Olcay, diyar kir ku ji ber vê serî li CÎMER'ê daye, lê heya niha serlêdana wî nehatiye bersivandin û got: "Hege rşaşî hebûn diviya bû rast bikirana. Nehat sererastkirin, nexwe şaşî tune ye. Qey henekê xwe bi min dikin an jî pereyê wan tune ye? Nizanim. Dixwazim bê helkirin. Jixwe pereyê didin jî 100-200 lîre ye. Ev ne têra ceryanê ne jî avê dike. Di mehên ewil ên pandemiyê de hezar lîre dan. Di dema qedexeya ji binî de jî hezar û 100 lîre dan hevjîna min. Ma ev pere têra pênc kulfetan dike?"    MA / Hamdûllah Kesen