Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin 2021-05-23 09:00:21   RIHA - Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberîya Xweser Selman Barodo, anî ziman ku ji bo kêmbarîna baranê û kêmkirina ava çemê Firatê 300 hezer hektar zevî nehatiye çandin. Barodo, got ku Tirkiye zeviyên herêmê dişewitîne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî Tirkiyê derkevin.    Ji ber ku Tirkiyê ava çemê Feratê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ve diherike kêm dike li herêmê nexweşîn, krîza di warê çandinî û endustriyê de her roj zêdetir dibin. Li herêmê ji bo kêmkirina avê 30 îstasyonên avê betal bûne. Ji ber kêmkirina avê herî zêde cotkar zirarên mezin dibînin. Li herêmê pirsgirêka cotkaran ne tenê kêmkirina avê ye. Demsala çandiniyê ye lê kêmbarîna baranê bandoreke neyînî li cotkaran kir. Par li herêmê bi hezara hiktar zeviyên genim û ceh bi ji aliyê Tirkiyê û grûpên ku Tirkiye alîkarî dide wan ve hatibûn şewitandin. Îsal dîsa li herêmê bi zanebûn gelek zevî tên şewitandin.    Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barodo, kêmkirina ava Feratê, hişkesaliyê û şewitandina zeviyan ji ajansa me re nirxand.    ‘BARAN NE BARÎ Û ZIWAYÎ ÇÊBÛ’   Barodo, bal kişand ser rewşa herêmê ku bi milyonan kes debara xwe bi çandiniyê dikin û wiha got: “Em dikarin bêjin ji sedî 70 xelkê herêmê bi cotkarî ango çandiniyê debara jiyana xwe dike. Çandinî aboriya me jî baş dike. Di krîza Sûrîyê de 10 sal e me bi rêya ziraat e alîkariyê da şêniyên herêmê. Lê îsal em ketine nav krîzek pir mezin. Nebarîna baranê bandoreke neyînî kir. Piraniyê zeviyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên çandiniyê ye û pêdiviya van zeviyan bi baranê çê dibe. Îsal baran ne barî û ziwayi çêbû. Bi hezara hektar xisiri. Ji bo gelê me demsala çandiniyê û kar e. Nebarîna baranê karê xelkê me zehmet kir û barek mezin ket ser milê rêveberiyê, derfeta kar jî nema.”   KÊMKIRINA AVÊ BANDOREK NEYÎNÎ DIKE    Barodo anî ziman ku pirsgirêk ne tenê nebarîna baranê ye û wiha got: "Hikûmeta Tirkiyê ava Çemê Feratê kêm kiriye. Ev kêmkirin ji gelek zirarek pir mezin gihand cotkarên me yên ku nêzî çem in. Kanalê avê zuwa bûn, li bendava av heya 5 metroyan kêm bûye. Me ji wekî Rêveberîya Xweser agahî da cotkarên xwe û got; Ji bo av kêm bûye hûn ji zede çandiniyê nekin. Yê ku karibana 200 donim çandibana 150 donim çandin. Bi hezara hektar donim nehatin çandin. Kêmkirina avê bandorek gelek mezin kir. Kîjan welat bikeve şer di destpêkê de bandorê li ser aboriya wê dike. Ji sedî 90 aboriya xelkê zirar dît. Li gelek deveran çete zadên me didizin. Îmkanên ku em ê rewşa cotkarên xwe baş bikin nîne, lê dîsa jî çi dikeve ser milê me em alîkarî didin wan."    ‘NAHÊLIN COTKARÊN ME BIÇIN SER ERDÊN XWE’   Barodo diyar kir ku Tirkiyeyê şerekî dijwar li ser herêmê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Naxwazin ev projeya demokratîk ava bibe. Li gorî peymana di navbera Tirkiye, Iraq û Sûrîyê de di sala 1987'an da hat îmzekirin divê Tirkiye di saniyeyê de 500 metrekûp avê berde. Lê di saniyeyê de 200 metrekûp av tê berdan. Me wekî Rêveberiya Xweser dengê xwe gihand hemû dewletên navnetewî ku karibin dengê xwe li hikumeta AKP bikin. Ne tenê ava Feratê, ava vexwarinê jî ku bi milyona şênî av jê vedixwin qût dikin. Li Serêkaniyê milyonek û hezer û 40 donim zevî ji destê me derket, ket destê çeteyan. Nahêlin cotkarên me biçin ser erdên xwe çandiniyê bikin. Gelek cotkar penaber bûn. Dîsa li Serêkaniyê embare me hebû, zadên me têde bûn lê dest danîn û Tirkiyê ew zad dizî."    ‘EM LI DIJÎ HEMÛ POLÎTÎKAYAN LI BER XWE DIDIN'    Barodo da zanîn ku wextê çandiniyê dest pê kiriye û ji ber av nebû û hişkesaliyê rewşa cotkaran perîşan bûye. Barodo destnîşan kir ku li xeta sînor gelek cotkar dema diçûn ser zeviyên xwe bi gulebaran leşkerên Tirkiyê re rûbirû dimînin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Barodo anî ziman ku wan salên berê li dijî şewitandinê komên agirkujiyê ava kiribûn û îsal jî amade kirine lê têr nakin û wan hêzên leşkerî jî xistine nobeta gengaziya şewatê. Barodo diyar kir ku ew tahdeyek mezin ji xeta sînor dibînin û Tirkiye dermanekî berdide sînor û ji bo ku kêzik bi ser wan de biçin û li zeviyan bixin. Barodo got ew xwe li dijî hemû polîtîkayan amade dikin û li ber xwe didin.    ‘ME ALÎKARÎ DU QAT ZÊDE KIR'    Barodo destnîşan kir ku wê gelek genim û ceh bikirin û got: "Me gelek genim kirî zêdeyî qewata xwe me kirî. Me par 600 hezar ton kirî îsal dîsa em ê bikirin. Me wekî Reweberiya Xweser biryarek da ku genimê Bakûr û Rojhilatê Sûriyêye bi destê bazirganan derkeve derve. Me gelek komcivîn kirin û me biryar da ku isal buhayê her kîloyek genim wek hezar û 150 lirêyen Sûrîyê, her kîloyeke ceh jî 850 lîrayên Sûrîyê bê firotin. Teklîfa ji me re hat, kîloya genim 600 lîreyê Sûrîyê bû lê me dû qat zêde kir û me kir hezer û 150 lîre."   ‘DIVÊ GEL DESTÊ XWE BIDE DESTÊ ME'    Barodo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal bi ser milyonek û 700 hezer hektar zevî hatiye çandin. Me sala par ji 2 milyonî zêdetir çandibû. 300 hezer hektar ji bo neyînîya me neçand. Me dengê xwe gihand dewletê navnetewî. Me ji ber ziwayî, kêmkirina avê û şewatê gelek xesar dît. Hêzên Amerîkî gotin ku wê dengê me ragihînin ku dewleta Tirkiyê avê qût û kêm neke. Iraq û Sûrîye dewlet in dikarin dengê xwe li Tirkiyê bikin û civînêki navdewletî çêkin. Tişta ji destê me tê bang in. Saziyê mirovî yên navdewletî ji li hemberî dewleta Tirkîyê bêdeng in. Em vê bêdengiya wan jî rexne dikin. Banga me yek ji gelê me re ev e; dema em van zadên we dikirin ne bi çavê bazirganiyê dikirin, em ji bo we dikirin. Em di rewşek awarte de derbas dibin. Divê gelê me destê xwe bide destê me û da ku em vê rewşa awarte ji ser xwe biavêjin."    MA/ Emrûllah Acar