231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-22 20:56:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 231 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 697 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 231 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 697 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 71 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 178 hezar û 648.