Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê 2021-05-22 15:58:35 MÊRDÎN - Li Girtîgeha Mêrdînê, hejmara pêketiyên şewba vîrûsa koronayê zêde bûn û 2 girtiyên rewşa wan giran bûn, rakirin nexweşxaneyê.    Komîsyona Girtîgeh û Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê, derbarê zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Parêzeran li ser agahiyên hatin dayîn, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kir. Li gorî agahiyan, nêzî 200 girtiyan bi şewbê ketine û piraniya van girtiyan, girtiyên edlîne. Di heman demê de, girtiyên bi şewbê ketine û girtiyên testa wan pozîtîf derketine ligel hev tên girtin. Rewşa 2 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hebûn girane. Divê rewşa girtiyan bê baş kirin, mafên bingehîn ên girtiyan bên dayîn.”   2 GIRTÎ SEWQ KIRIN   Li aliyê din, li gorî  agahiyên hatin bidestxsitin, 2 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hebûn, ji ber ku rewşa wan ne baş bû rakirin nexweşxaneyê .