ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî 2021-05-22 15:27:59   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li aqûbeta Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên pismamên hev ku li Stenbol û Edenê hatin windakirin, pirsî.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, ji ber pandemiyê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” bi awayekî online li dar xist. Daxuyanî endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Caner Canli xwend. Canli aqûbeta Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên pismamên hev ku di sala 1994’an de di binçavan de hatin windakirin pirsî. Canli, bal kişand ser 17’ê û 31’ê Gulanê Hefteya Bîranîna Windayan û diyar kir ku wê bi israr bêjin “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin.”   Canli bi bîr xist ku dema Halîl Alpsoy bi malbata xwe re li Stenbolê ji mevandariyê dizivirî ji aliyê 3 kesên ku gotin “em polîs in” ve hat binçavkirin.    ‘GOTIN ÎŞKENCE KIRINE’   Canli anî ziman ku rojekê pişt re xizmên Alpsoy çûn qereqola polîsan pirsa wî kirin û wiha got: “Hevjîna Alpsoy rojekê pişt re çû qereqolê. Polîsan ji dolabê çil derxistin û ji Fikriye Alpsoya ku pirsa hevjîne xwe kir re got ‘heta ku karên wan diqede, cilên kesên ku em îşkenceyê lê dikin li vir vedişêrin.’” Canli bi lêv kir ku piştî ku Alpsoy hat revandin 17 rojan ji Kirikkaleyê fermandarek li malbata wî geriyaye û ji wan re gotine cenazeyek hatiye dîtin û wiha berdewam kir: “Xwestin ku hevjîna Alpsoy cilên wî ji wan re tarîf bike. Li ser vê yekê cilan ji hev girt. Destên Alpsoy bi ben hatibûn girêdan, cizdan, nasname û hemû tiştên wî ser hatine girtin tenê çakêt ser hiştibûn. Tenê guleyek li patika wî dabûn û avêtibûn nav daristanê. Hevjîna Alpsoy ji tirsa newêra îfadeyê bide Dozgeriya Kirikkaleyê jî.”   PISMAMÊ WÎ JÎ DI BINÇAVAN DE HAT WINDAKIRIN   Canlı da zanîn ku piştî ku Halîl Alpsoy hat binçavkirin hefteyekê şunde di 18’ê gulana 1994’an de pismamê wî Kasim Alpsoy jî hat binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kasim Alpsoy ê ku piştî hat berdan ji bo nasnameya xwe bigire çû Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Seyhanê êdî ji wir derneket.” Canli, diyar kir ku ji her du pismaman yek hat qetilkirin yek jî winda kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 17’ê û 31’ê Gulanê Hefteya Windayên Di Binçavan De ya Navnetewî de careke din bang li çavên ku nabînin û guhên nabîhisin dikin. Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin.”