Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir 2021-05-22 14:53:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî, bi General Kenneth McKenzie û Paul Calvert re hevdîtinek girîng kir.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî, bi Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê Iraq û Sûriyeyê General Paul Calvert û Generalê Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) Kenneth McKenzie re hevdîtinek girîng kir. Abdî, derbarê hevdîtinê de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek parve kir.   Mazlûm Abdî, debarê hevdîtin kirin de, ev parvekirin kir: “Ez bi hevdîtina Mackenzie û Calvert kêfxweş bûm ku me astengiyên ewlekarî û aboriyê nîqaş kirin. Her wiha me peyamên hebûna domdar a hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û kedên ji bo parastina herêmê û mîsogerkirina ewlekariyê, girtin.”