Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin 2021-05-22 14:28:55   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û ew ê xwedî li mîrasa têkoşîna dayika Berfo derkevin.    Dayikên Şemiyê di hefteya 843’yemîn de çalakiya ji bo aqûbeta windayan û cezakirina faîlan berdewam kirin. Ji ber pandemiyê çalakî bi awayek onlaynê li dar xistin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’ê 1980’î de li Qersê di binçavan de hat windakirin pirsîn û xwestin faîl werin cezakirin.    KIRBAYIR: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN    Kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir da zanîn ku 843 hefte ye ew wek xizmên windayan îtîraz û daxwazên xwe ji rayedarên dewletê re radigihînin û ji bo birayê wî Cemîl her çiqas lêpirsîn hat destpêkirin jî bi biryara Dadgeha Bilind bi dembihûriyê re rûbirû hat hiştin.    Kirbayir anî ziman ku beriya dosyeya birayê wî veguheze darazê hatiye girtin û got: “Di dengê dilê min de îsyan heye. Îtîraza her kesek xwedî wîjdan hatiye. Dewlet ji jiyana însan berpirsiyar e. Heke dewlet welatiyê xwe qetil bike, nikare dosyeyê bi rûbirûbûnê re bihêle. Ev hovîtiyek e. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hûn dosyeyê bigirin jî em ê dest ji doza xwe bernedin. Em ê her li aqûbeta xizmên xwe û birayên xwe bipirsin.”    KESKÎN: EDALETÊ CIHÊ XWE NEGIRT    Ji parêzerên dozê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku windakirina di binçavan de polîtîkayeke dewletê ye û her çiqas Erdogan ji bo dosyeya Cemîl Kirbayir soz da Dayika Berfo jî lê edaletê cihê xwe negirt.    BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE QETILKIRIN    Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê yê wê serdemê Çetîn Soykan jî da zanîn ku lêkolînên gelek girîng kirine û ji bo cînayetên faîlên meçhul derkevin holê raporan amade kirine. Soykan destnîşan kir ku wan di lêkolîna xwe de tespît kiriye ku Cemîl Kirbayir bi îşkenceyêh atiye qetilkirin û ji bo faîl derkevin holê û winda bên dîtin wezîfeya Meclîsê ye. Soykan da zanîn ku divê lêkolîna ji bo windayan berdewam bike.    KALKAN: HER TIŞT DI DOSYEYÊ DE HEYE    Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê yê berê Erdal Kalkan jî destnîşan kir ku wan di encama lêkolînan de tespît kiriye ku Cemîl Kirbayir di encama îşkenceya eskeriyê ya li Qersê de hatiye qetilkirin û her tişt di dosyeya Kirbayir de heye.    41 SAL IN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN   Metna daxuyaniya vê hefteyê Suzan Akîpa ku keça Egît Akîpa yê windayî ye xwend. Akîpa behsa serpêhtiya windakirina Cemîl Kirbayir kir û tevî hemû serlêdan û hewldanên malbatê jî ji wê rojê ve agahî ji Cemîl Kirbayir nehatiye wergirtin. Akîpa Serokkwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di 5’ê sibata 2011’an de bi dayikên windayan re hevdîtin pêk aniye û her çiqas soza dîtina Cemîl Kirbayir dabe Dayika Berfo jî lê Erdogan soza xwe pêk neanî û Dayika Berfo bi hesreta dîtina lawê xwe xatir xwest. Akîpa anî ziman ku faîl û berpirsiyarên sûcê hatiye kirin nehatine darizandin û cezakirin û xwest Serdozgeriya Qersê li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere û ew bang lê dikin ku rêya edaletê veke. Akîpa destnîşan kir ku biryara darazê çi dibe bila bibe ew ê her li mîraseya têkoşîna edaletê û heqîqetê ya Dayika Berfo derkevin û wê dest ji têkoşîna edaletê ya ji bo windayan û Meydana Galatasarayê bernedin.