Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar 2021-05-22 12:49:47 RIHA - Di şerê biçek ê li Gundê Daşli yê li navçeya Siwêregê derketî de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li Gundê Daşli yê navçeya Siwêregê ya Rihayê di nava komên ku hat hînbûn xizmên hev in de nîqaşa derket. Nîqaşa ku sedema wê nehat zanîn, piştî demek kurt veguherî şerê bi çek, kevir û daran. Di şer de Mahmût B., Mûstafa B. û Ferman B. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Eyyup B., Behçet B., Mehmet Alî B., Garîb B. û kesekî ku navê wî nehat zanîn, birîndar bûn.    Li ser îxbara kesên derdorê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxaleya ewil tîmen tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. Piştî bûyerê gelek esker sewqî heremê hatin kirin û têkildarî bûyerê, lêpirsîn hat destpêkirin.