Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin 2021-05-22 09:00:29 ŞIRNEX - Ajovanên TIR'an ku bar dibin Herêma Kurdistanê, diyar kirin ku ji ber ku mesref zêde ne û neqliyekar fiyetan erzan dikin û heqê kirê kêm e, zehmetiyê dikişînin û xwestin bac bên kêmkirin.  Ajovanên TIR'an ên ji Tirkiyeyê bar dibin Herêma Kurdistana Federe, ji ber zêdebûna mesrefan, kêmkirina bedêla kira û kêmbûna seferan zehmetiyê dikişînin. Ajovanan behsa zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin kirin.    ‘HEQÊ KIRÊ KÊM IN'    Ajovan Saît Tûrî, anî ziman ku hem reşa karê wan nebaş e, hem jî li ber gumrikê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Tûrî, bilêv kir ku berê bar ji Silopiyayê heya Zaxoyê bi hezar û 100 dolarî dibirin, niha bi 150 dolarî dibin. Tûrî, diyar kir ku ji ber ku kar nemaye pirî caran bar bi erzanî bar dikin û berê ji Îskenderûnê heya Hewlêrê bar bi 2 hezar dolarî dibirin, niha bi 600 dolarî dibin.    ‘BILA PIRSGIRÊKÊN ME BÊN ÇARESERKIRIN'    Tûrî got: "Em dixwazin heqê kirê bê sererastkirin û pirsgirêkên li gumrikê bên çareserkirin. Li sînor ji bo testa vîrusê 25 dolaran ji me distînin. Em mazotê dîtin ji bo 600 lîtreyî 100 dolarî ji me distînin. Bila reyadar pirsgirêkên me çareser bikin. Îdareya Taybet a Bajêr ji ber ku em TIR'ên xwe li qada wê park dikin, pere ji me distîne. Ev pere diçin ku derê?"    HEQÊ SEFERAN    Ajovan Mehmet Karaaslan ku bar ji Mêrsînê dibe Hewlêrê, destnîşan kir ku gumrukê bac zêde kirine û got: "Ji bo tonajê heqê qeynterê 25 TL bû, niha kirine 35 TL. Gava dawiya hefteyê dor bê te, 60 TL'yî distînin, berê 50 TL bû. Heqê kirêkirina wesayîtan pir kêm bûye. Di dema pandemiyê de bar jî kêm bûne. Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîlê bac hatine zêdekirin. Berê me mehê 3 sefer dikirin, lê niha ji ber vê em mehê seferekê dikin."    ‘BILA BAC BÊN KÊMKIRIN'    Halît Geçgel ku bar ji Çûkûrovayê aniye, got: "Heftê 500 TL jî ji ajovanan re namîne. Li Tirkiyeyê neqliyekar fiyeta kêm dikin. Em salê 15 hezar TL'yî ji bo baca wesayîtê û muayeneya wê didin. Mesref pir in, lê sefer tune ne. Ji serê salê heya niha min 3 sefer kirine. Em dixwazin baca li gumrukê tê stendin bê kêmkirin."