214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-21 20:18:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 214 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 528 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 214 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 528 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 45 hezar û 840 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 169 hezar û 551.