Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin 2021-05-21 16:26:13 MELETÎ - Danişîna doza siyasetvan Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak cara 11’an hat taloqkirin. Parêzer Cîhan Aydin bertek nîşanî helwesta dadgehê da û got: “Hin bêtir me bi vê leyîstika darazê egle nekin.”    Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna 11’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û Tuncel jî ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan Mehmet Emîn Aktar, Mesût Beştaş û Cîhan Aydin jî ji Edliyeya Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parêzer Hasan Dogan jî li eywana danişînê amade bû.    ‘AKP NABE SÛCDAR GELO EZ DIBIM SÛCDAR?’   Di danişînê de ewilî Kişanak axivî û bersiva pirsa şandeya dadgehê ya derbarê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK’ê hatibû girtin de da û got: “Ev sûcdariyên we mîna senaryoyê ne. Dema AKP alîkariyê dike sûcdar nabe, ku ez bikim dibim ‘terorîst’. Feqîr feqîr e ma qey cihêkariya vê dibe?”    TUNCEL: HIQÛQ NEMAYE    Pişt re Tuncel parastina xwe kir û Doza Kobanê ya li Enqereyê tê lidarxistin bi bîr xist û destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd bi fen û fûtan tên darizandin û hiqûq û edalet li holê nemaye û hiqûq û daraz ketiye destê îqtidarê.    DI HER DANIŞÎNÊ DE SÛCEK CUDA!    Pişt re parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzer Cîhan Aydin destnîşan kir ku ev 4 sal in miwekîlên wan tên darizandin û êdî ew hejmara dozgerên li dozê dinêrin hatine guherîn nizanin. Aydin anî ziman ku karê dozger û dadger dikin neheqiyeke li cubeyê li xwe dikin û di her danişînê de jî sûcek cuda derdixin pêşberî wan. Aydin got ev 4 sal in di danişînê de gotinek nemaye ku negotine û belgeyek nemaye ku pêşkêşî wan bikin û hêj miwekîlên wan nayên berdan.  Aydin da zanîn ku tu hêviyek wan ji dadgehê nemaye û got: “Êdî em bi fikar in ku hûn dadgeh in. Birêz dadger hin bêtir me bi vê leyîstoka darazê egle nekin. Qet nebe rûmeta pîşeya xwe biparêzin.”    NEHATIN BERDAN    Dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hêceta li benda sekinandina nivîsa muzekereyê ku ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, agahiyên derbarê Komeleya Sarmaşikê de ku werin, biryara dewama girtina Tuncel û Kişanak da û danişînê taloqî 22’yê tîrmehê kir.