HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe 2021-05-21 16:03:20 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê du êrişên hewayî yên hemwext ên duh bi şev li Navenda Kontrola ÎHA ya Êlihê û Fermandariya Tumen a Şirnexê pêk hatin, girt ser xwe.    Hêzên Parastina Gel (HPG) du êrişên hewayî yên hemwext ên duh bi şev li Navenda Kontrola Balafira Keşfê ya Bêmirov (ÎHA) û Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) a li Êlihê û Fermandariya Tumena Sînor a Eskerî ya 23'yan pêk hatin, girt ser xwe.   Di daxuyaniya HPG’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) cih girt de, hat ragihandin ku li dijî Navenda Kontrolê ya ÎHA ya li Êlihê, Fermendariya Tugay a Şirnexê û pîsta helîkopterê ya di hûndirê wê de, 3 êrişên hewayî pêk anîne.   Di 19’ê Gulanê de jî, saet derengiya şevê li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li pey hev êrişên hewayî pêk hatibûn. Hêzên Parastina Gel (HPG), têkildarî êrişî daxuyaniyeke niviskî da û êriş girtibû ser xwe. HPG’ê, da bû zanîn ku êriş ji aliyê hêzên wan ên Hewayî Şehît Delal Amed ve pêk hatiye.