Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin 2021-05-21 15:44:46   AMED - Tevî berteka jinên esnaf ên li Bazara Jinan a Jiyanê di peşka ku hat kirin de 400 zilam li bazarê bi cih kirin. Zilamên ku gotin di peşkê de hîle heye şer kirin.    Ji bo esnafên nû bigirin Bazara Jinan a Jiyanê ku li navçeya Rezana Amedê ye peşk hat kirin û di navbera zilamên tevli peşkê bûn şer derket. Zilaman heqaret li hev kirin û şer kirin. Li gorî qeydan 212 jin li Bazarê cih digirin. Niha hejmara jinên esnafiyê dikin 150 kes in. Huseyîn Beyoglû yê AKP’yî ku tayînî Şaredariya Rezanê hat kirin, di civînekê de got wan biryara ku 400 zilaman bigirin bazarê girtin e. Ji boz ilam û esnafên nû ku bigirin bazarê di nimre danîna nû de 400 nimre lê hatin zêdekirin.    WEŞANA ZINDÎ NEHAT KIRIN    Ji bo girtina esnafên nû îro li Şaredariya Rezanê di hizûra notere de peşk hat kirin. Divê kêliya peşkê bi weşana zindî bihata kirin. Lê weşana zindî nehat kirin. Di peşkê de 400 esnafên zilam girtin bazarê. Zilaman dan zanîn ku di peşkê de hîle hatine kirin û li ser vê yekê şer kirin.    BI FIKAR IN   Jinek esnaf a li Bazarê destnîşan kir kuz ilam her tim şer dikin, çêrî hev dikin û şer dikeve û wan neçarî xebata bi zorê dikin. Jina esnaf got ji ber ku zilam şer dikin ew bi fikar in û wê di siberojê de biçin nav wan şer bikin û lewma ew bi fikar in.