Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan 2021-05-21 15:18:01 WAN - Li Wanê, ji 15 kesên di çarçoveya lêpirsîna li dijî MEBYA-DER'ê de hatin binçavkirin, yek jê hat berdan.   Polîsan di 19'ê Gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi rêve bir de, bi ser malên 15 kesan de girtin û binçav kirin. Ji 15 kesên li Şaxa TEM'ê tên girtin, Emîne Şyabak piştî îfade dayînê serbest hat berdan.   Hîna jî dest bi karê îfadegirtina Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver, rêveberên komeleyêCeyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cîhat Aksû, Cevdet Bîlekçî û Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî û Nebî Kaçak ên hatin binçavkirin nehatiye kirin. Dema binçavkirina 14 kesan a 4 rojan hatibû dirêjkirin, sibe bi dawî dibe. Miduriyeta Polîsan ji duh ve bangî gelek malbatan kir û ji wan pirsa we alîkarî ji komeleyê girtiye yan na hatiye kirin.