Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin 2021-05-21 14:39:34   MÊRDÎN - Ligel ku pileya germê derketiye 40’an jî, kilîmayên Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê naxebitin û ev rewş nexweş û tenduristvanan mexdûr dike.   Kilîmeya Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ev demeke naxebite. Li navçeya ku pileya germê derketiye 40’an, ji ber ku kilîma naxebite, hem tenduristvan, hem jî kesên tên nexweşxaneyê mexdûr dibin. Rêveberiya nexweşxaneyê ku guh nade giliyên xebatkaran, bersiva “ji bo vê neyên vir” dide xebatkarên ku dixwazin biçin bi wan re hevdîtinê bikin.    SES BIBERTEKE   Şaxa Sendîkayên Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Nisêbînê, diyar kir ku ev pirsgirêk bi mehan e berdewam dike û ligel hewldanan jî hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin. SES’ê bertek nîşanî helwesta rêveberiya nexweşxaneyê ya “Ji bo vê neyên vir” da.