Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin 2021-05-21 14:35:41 ENQERE – Parêzerên ku bal kişandin ser binpêkirinên di danişînê de pêk tên û daxwaz kirin ku heyete dadgehê xwe vekişîne. Parêzer Rûken Gulagaci, got k udi bin çekan de parastinê dikin. Duyemîn danişîna Doza Kobanê ku 28 girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin îro bi parastina parêzeran berdewam kir. Parêzera Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Rûken Gulagaç, di danişînê de diyar kir ku wê darizandineke adilane pêk neyê û beriya danişînê ev hatiye nişandan û wiha got: “Ev darizandin bi pirsgirêk e. Em li girtîgehê darizandinê dibînin.    ‘DI NAV ME DE CENDIRME HENE’   Di berdewamê de Gulagaci, ev tişt got: “Divê hûn di bin çekan de darizandinê ferz nekin. Di CMK’ê de tê gotin ku ji bo dosyayên bersûcên wan pir li navenda bajar eywaneke danişînê bê amadekirin. Nabêje girtîgeh. Em di bin çekan de tên darizandin. Bi çekan li cem me rûdinin. Binêrin em nikarin bi muwekîlê xwe re biaxivin. Di danişîna duyemîn de bêyî wergêr siyasetmedaran parastina xwe bi kurdî kirin. Gelek kesan fêm nekir, hûn jî bi kurdî nizanin û we jî fêm nekir. Li vir siyaset tê darizandin.”   ‘LI HEMBERÎ ME DADGER TUNEYE’   Parêzera Endama MYK’a HDP’ê Berfîn Ozgul û Parlamentera berê Emîne Beyza Ustun Nûray Ozdogan jî daxwaz redda dadgeriyê kir û ev tişt anîn ziman: “Darizandin wergeriyaye şanoyekê. Divê dadgeh nebe hevkarê vê. Em dixwazin ku hûn weke hiqûqnasan tevbigerin. Ji ber ku vê di we de nabînin daxwaza “vekişandinê” li we dikin. Ev darizandin wê di demên pêş de bibin mijara darizandinê. Dibe ku hin kesan vê darizandinê dabe destpêkirin lê divê hûn weke dadger tevbigerin. Ewraq di ÛYAP’ê de tunene hûn dibêjin li odeya min e. Dosyayên ku ez xwe nagihînim wê muwekîlê min çawa xwe bigihînê û delîlan ji holê rake.”   ‘DOZNAME BIXWE FERMAN E’   Parêzerê Bîrcan Yorûlmaz a girtî tê darizandin Atîla Bahçivan jî destnîşan kir ku dozname bixwe ferman e û wiha axivî: “Em tênagihêjin ku darazek çawa gotina “ez ê bi xwîna xwe serê xwe bişom’ azadiya ramanê dibîne û twîteke HDP’ê banga tundiyê dihesibîne.”   ‘LEZA WE HEYE’   Parêzerêm Hevserokê Giştî ye bere yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyan Hadî Cîn, ji Antalyayê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û ev parastin kir: “Dadgeh pir bil ez dike. Şeytan tevlî karê bi lez dibe lê kesên ku lezê tevlî kar dikin jî şeytan in. Beyî ku demên wan tije bibin dîrokên danişînê hatin dayîn. Li ber çavê raya giştî ferman dan we. Li dijî we sûc pêk hatiye. Hûn dibêjin em ji kesî natirsin. Heke hûn natirsin di biryar navberê de giliya sûcê li dijî we hatiye kirin bikin.”