Ji ber qûtkirina avê rê girtin 2021-05-21 14:13:14   RIHA - Welatiyên ku li Taxa Firat a navçeya Sêwregê dijîn, ji ber qûtkirina avê ya 3 roj in berdewam dike, girtina avê bi şewitandina lastîkan û girtina rê şermezar kirin.    Qûtkirina avê yên li taxa Firatê ya navçeya Sêwrêga Rihayê ku beriya 3 mehan dest pê kir berdewam dikin. Birîna avê ya 3 roj in didome bû sedemê berteka xelkê taxê. Şêniyên taxê ku nikarin avê peyda bikin, li Bûlwara Celaleddînî Rûmî lastik şewitandin û rê li trafîkê girtin. Li ser vê yekê polîs hatin cihê bûyerê şêniyên taxê belav kirin. Agirê ku welatiyan pêxist jî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin. Koordînatorê Sêwregê yê Karên Av û Qenalîzasyonê yê Rihayê Zulfîkar Gulel daxuyand ku li du bîran xebatên sondajê berdewam dikin û dema xebat temam bûn wê pirsgirêka avê çareser bibe.