Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin 2021-05-21 14:02:29 STENBOL - Karsaz Osman Kavala di danişîna Doza Geziyê de parastina xwe kir û got: “Dosyeyan kirine yek, ev jî hewldana zindîkirina têkçûna senaryoya wan e.”    Rojnamevan Can Dundar û lîstikvan Mehmet Alî Alabora jî di nav de 7 kesên ji Doza Geziyê dihatin darizandin, dosyeya wan ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Stenbolê ve hat xerakirin. Dosyeya doza karsaz Osman Kavala bi vê dosyeyê re kirin yek. Piştî vê yekê danişîna ewil a doza ji nûve hat vekirin li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.    Karsaz Osman Kavala yê girtî ji dozê tê darizandin ji Girtîgeha Silîvriyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Kesên din ku ji dozê negirtî tên darizandin li eywana danişînê amade bûn.    Serokê şandeya dadgehê biryara xerakirinê ya Dadgeha Îstînafê xwend.    XWEST BIRYAR PAŞ DE WERE KIŞANDIN    Bi tespîta nasnameyan re danişînê dest pê kir û ewilî Mucella Yapici ya negirtî ji dozê tê darizandin axivî û xwest tevî ku ew hatiye beratkirin jî biryara derbarê wê de hatiye dayîn were betalkirin.    Parêzer Can Atalay jî destnîşan kir ku bêyî ku biryara beraetê temyizê bibîne dozger jî temyiz nekiriye û biryarê teqez kiriye. Atalaya got dadgeha bilind her tiştên li bin esman mîna ku di dosyeyê de ye berhev kiriye.    Parêzer Tayfûn Kahraman jî destnîşan kir ku di dosyeyê de îdiayek hiqûqî nîne û darizandina ji nûve nayê qebûlkirin û divê şandeya dadgehê jî di biryara beraetê de bi enyad be.    KAVALA: HEWL DIDIN SENARYOYA XWE ZINDÎ BIKIN    Karsaz Osman Kavala jî parastina xwe kir û destnîşan kir ku hêceta di bin biryara xerakirinê de ew ku rê li ber dozên cuda ku bikin yek were vekirinê ye û got: “Bêyî ku bispêrin delîlekê îdia dikin ku ez û hevalên din ji bo hikumetê bixînin, rêxistinek dizî ava kirine. Biryara xerakirinê ew e ku dosyeyan bikin yek.  Dosyeyan kirine yek, ev jî hewldana zindîkirina têkçûna senaryoya wan e.”    Parêzeran piştî ku parastina miwekîlên xwe mafê axaftinê wergirt û diyar kirin ku ew biryarê qebûl nakin û daxwaza xwe ya beraetê dubare kirin.    Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran navber da danişînê.