Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin 2021-05-21 12:00:39 AMED - Polîsan li Amedê Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê yê berê Ramazan Kavak û kurê wî Welat Kavak binçav kirin.  Polîsan di serdegirtina malê ya di 19’ê Gulanê ya li Amedê de Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Amedê yê berê Ramazan Kavak û kurê wî Welat Kavak binçav kirin. Nehat zanîn ku Kavak û kurê wî ji ber çi hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Ramazan Kavak û kurê xwe li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. Hat hînbûn ku biryara nepen ji bo dosyaya lêpirsînê hatiye dayîn.