Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin 2021-05-21 10:52:23   RIHA - Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Em ê bêdeng nebin, dev jê bernedin û li ber xwe bidin.”    Malbata Şenyaşar a ku sê ferdên mala wan di êrişa AKP’yan de jiyana xwe ji dest dan û ferdek wan girtî ye ku bi daxwaza “Edaletê” nobet da destpêkirin di roja 74’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ku duh li ber Edliyeya Rihayê hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan îro carek din berê xwe dan ber edliyeyê.    ‘EM Ê BÊDENG NEBIN’    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hashtaga “#adaletigetireceğiz (#emêedaletêbînin)” vê peyamê parve kir: “Ev mertalên ku tên rakirin, bi armanca astengkirina daxwaza me ya EDALET’ê ye. Tevî hemû mudaxileyan, binçavkirinan jî em li ber Edliyeya Rihayê ne. Em ê bêdeng nebin, dev jê bernedin û li ber xwe bidin.”