Li Êlihê teqîn li ser teqînê 2021-05-21 00:50:57   ÊLIH - Li Êlihê sê teqîn li sr hev çêbûn. Hat diyarkirin ku êrîş li hemberî binkeya SÎHA'yê hatiye kirin.    Li Êlihê li devera binkeya ÎHA û SÎHA'yan sê teqîn li sr hev çêbûn. Piştî teqînan, çendê çekan hat bihîstin.   Gelek ambulans û wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.   Walîtiya Êlihê jî têkildarî teqînê de daxuyanî da. Walîtiyê ragihand ku êrîş li hemberî tesîseke eskerî hatiye kirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Saet li dor 23.10'an 3 balafirên maket êrîşek pêk anîne. Balafirên maketî hatin betalkirin. Tu ziyanek çênebûye."