Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan 2021-05-21 00:43:04   ŞIRNEX - Piştî teqîna li navenda Şirnexê, li derdora Fermandariya Tumenê ya Cendirmeyan çek hatin şixulandin.   Li navenda Şirnexê teqînek mezin çêbû. Piştî teqînê li devera Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23'yan liv û tevgerek eskerî çêbû. Her wiha hat diyarkirin ku ronahiya Fermandariya Tumenê tefiyaye û i devera fermandariyê dengê çekan hatiye.