Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye! 2021-05-20 23:33:13   ŞIRNEX – Hat diyarkirin ku li Taxa Mehrav a Qilebanê, V.A.U. tecawizî zarokekê kiriye û hatiye binçavkirin.    Hat diyarkirin ku li Taxa Mehrav a navçeya Qileban a Şirnexê, zilamê bi navê V.A.U. tecawizî zarokeke 8 salî kiriye. Piştî ku zaroka biçûk ji malbata xwe re gotiye, bûyer hatiye bihîstin. Bûyer duh qewimiye û piştî hatiye bihîstin zaroka biçûk ji bo tedawiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û V.A.U. jî hatiye binçavkirin. Hat hînbûn ku V.A.U. li midûriyeta polîsan a navçeyê ye.    Hat hînbûn ku piştî bûyerê vê sibehê şêniyên taxê kevir avêtine mala V.A.U. û polîsan mudaxileyî şêniyan kiriye.    Şêniyên taxê gotin ku V.A.U. berê jî dest dirêjî zarokên biçûk kiriye.