Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin 2021-05-20 20:32:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 207 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 385 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 207 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 385 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 45 hezar û 626 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 160 hezar û 423.