DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir 2021-05-20 15:42:57 MÊRDÎN - Cotkarên li herêma Mêrdînê jixwe ji ber ku îsal hişkesalî hebû û xêrûbêrek baş ji zadê xwe negirtin û di bin deynan de mane. DEDAŞ jî rabû û bi hêceta cotkaran deynên xwe nedane, bi tevî cendirmeyan ve ceryana cotkaran birî.    Li navçeyên Mêrdînê cotkar ji ber hişkesaliyê serdemek dijwar derbas dikin. Îsal zeviyên genim, ceh û nîskan bêav man û xêrûbêra zad jî kêm e. Li aliyekî cotkar ketine derdê ku hişkesaliyê bandorek mezin li ser wan kiriye, li aliyekî jî Şîrketa Belavkirina Ceryanê (DEDAŞ) mîna salên berê deynên cotkaran kir hêcet û dest bi birîna ceryana cotkaran kir.    BI SER GUNDAN DE GIRTIN    Komên DEDAŞ’ê tevî leşkeran bi ser bîrên avê yên cotkarên li gundê Şewaşî, Basîk û Ziznê yên bi ser navçeya Şemraxa Mêrdînê de girtin û ceryana diçe van bîran birîn. Ekîbên DEDAŞ’ê tevî birîna ceryanê bi îdiaya “ceryana qaçax bikar anîne” nêzî 80 hezar lîre ceza li cotkaran birî. Cotkaran bertek nîşanî sepana DEDAŞ’ê dan û lê cendirme ji berteka cotkaran re bûn asteng. Hat zanîn ku komên DEDAŞ’ê li herêmê birîna ceryanê didomînin.    COTKAR: DEDAŞ ZILMÊ LI ME DIKE    Cotkaran têkildarî birîna ceryanê agahî dan û destnîşan kirin ku DEDAŞ her sal heman rêbazî bikar tîne û adeta li hemberî cotkaran şantaj tê kirin. Cotkaran got tevî ku hêj pêdiviya zeviyên wan bi avê heye jî lê ceryana wan hatiye birîn. Cotkaran anî ziman ku tişta li hemberî wan tê kirin ji bilî zilmê ne tiştekî din e.