Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye 2021-05-20 14:58:14   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Doza Kobanê dozeke komployê ye ku desthilata siyasî bi armanca tolhildanê amade kiriye û got: “Em ê li eywana dadgehê û li her qada siyaseta demokratîk berdewam bikin ku heqîqetan deynin holê.”   Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de berdewam dike.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku doza Kobanê dişopîne li pêş Kampusa Girtîgeha Sîncanê ku doz lê tê lidarxistin daxuyanî da çapemeniyê. Sancar, diyar kir ku Doza Kobanê ji serî heta binî senaryo ye û anî ziman ku komployeke ku desthilata siyasî bi armanca tolhildanê amade kiriye ye. Sancar anî ziman ku îdianame 3 hezar û 500 rûpelan zêdetir e û wiha got: “Bi sedan klasorên ku lê zêdekirine hene. Ev hemû klasor, piştî ku pêşkeşî dadgehê hatine kirin di nava 3 rojan de lêkolîn kirine û tenzîp amade kirine. Şev û roj nexwin û venexwin dikarin 9 rojan de bixwînin. Lê dadgeh dibêje ku ligel hin karên din jî din ava 3 rojan de xwendiye. Em dizanin ku şandeya dadgehê ev îdianame nexwendiye. Em dizanin ku ev îdianame li ku derê hatiye amadekirin jî. Ev îdianame li navêndên desthilatê yên reş û tarî hatine amadekirin.”   ‘WÊ HESAB BIDIN’   Sancar anî ziman ku hewl didin ku dozê zû bi dawî bikin û wiha axivî: “Delîlan rêz dikin lê beşeke zêde ya delîlan di îdianameyê de nîne. Şandeya dadgehê tenê bi aligiriyê namîne di heman demê de li dijî hiqûqê jî tevdigere. Ji xwe bêyî ku serî li rêyên derveyî qanûnê nedin nikarin vê doza komployê bi rêve bibin. Şandeya dadgehê sûc dike, kesên talîmat dane wan jî sûc dikin. Kesên ku esas bên darizandin ewin ên ev doza komployê amade kirine. Wê rojekê were ev jî dê li pêşberî darazek adil hesabê bidin.”   ‘DIJMINATIYA KURDAN’   Sancar berdewama axaftina xwe de wiha got: "Li Tirkiyeyê bi rojane sûcên herî giran tên peşikandin lê tu dozger tiştekî nakin. Lê dikarin li dijî HDP’ê, gelê kurd bi îdiayên derew, bi daxwazên cezayên giran dozê vekin. Di bingeha rizîna pergala siyasî ya Tirkiyeyê de dijminatiya kurd û operasyonên ser HDP’ê hene. Tu geşedan ji hev ne serbixwe ne. Heke ev neyê fêmkirin, derfetê ku vê pergalê biguherin jî namîne. Lê divê teqez em ê pergalê biguherînin.   EM LI REX HEQÎQETÊ NE   Hevalên me wê ve pergala desthilata siyasî ya rizî darizînin. Bi awayekî xurt vê dikin jî. Qasî ku danişîn pêş dikevin, heqîqet jî wê bi hêztir û berfirehtir derkeve holê. Wê hevalên me li eywana dadgehê em jî li her qada siyasetê de heqîqetê danin holê. Û em ê vî welatî ji vê pergala rizî û xerab xelas bikin. Ev hêza me heye. Ji ber ku em li rex heqîqetê ne.”