Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt 2021-05-20 11:05:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê rêxistina sûcê organîzekirî Sedat Peker vîdeoyek nû belav kir û behsa şerê di navbera rêxistinên li hundirê dewletê û xwe dike û got parlamenterek xwestiye û wî jî komek şandiye û êrişî Rojnameya Hurriyetê kirine.    Serokê rêxistina sûcê organîzekirî Sedat Peker ku bi îdiayên derbarê Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Mehmet Agar ê ji Doza Sûsûrlûkê ceza xwaribû û Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû ket rojevê, vîdeoya 6’emîn li ser Youtubeyê belav kir. Sedat Peker di vê vîdeoya xwe de jî behsa şerê xwe û rêxistinên di hundirê dewletê de dike.     ŞIKESTINA WÎ YA EWIL    Peker destnîşan dike ku şikestina wî ya ewil piştî nivîsa Michel Rubin derbarê wî de nivîsandiye û gotiye ew ê dewletê li pişt peredeyê bi rê ve bibe û ew fikirî ye ku “xefikê” lê çê dikin.    ŞIKESTINA WÎ YA DUYEM    Peker destnîşan kir ku şikestina wî ya duyemîn jî ji ber betalkirina mitînga wî ya li Xarpêtê pêk hatiye.    WÊ KÎ KARÊ PÎS DIZANIBIN?    Sedat Peker bal dikişîne ser têkiliya rojnamevanan, mafya û AKP’ê û wiha got: “Bila ew rojnamevanên sextekar nebêjin min wan ji bîr kiriye. Vana dibêjin ‘ma gelo bawerî bi lîderê rêxistina sûc tê?’ Hûnê ji tiştên mele dibêjin bawer bikin, ev kar karên pîs in. Karên pîs kî dizane kesên pîs (Suleyman Soylû jê re gotiye pîs) dizanin. Rojnamevanên sexte çi didin we hûn wê dibêjin. Hûn li pey xelat û pereyan in. Şerefa we bi qasî meaşê we ye.”    MIN BI SER ROJNAMEYA HURRIYETÊ DE GIRT    Peker destnîşan kir ku li ser fermana wî êrişa li dijî avahiya Rojnameya Hurriyetê ya di 7’ê îlona 2015’an de pêk hatiye daye û wiha got: “Rojnamevan dibêjin ya ‘gelo wê tiştek ji gotinên serokê rêxistina sûc derkeve?’ temam, tişta kum in kiriye ez ê bi delîlên wê bêjim. Yên rojnameya Hurriyetê, ekîba pambik Demîroren hûn guhdar dikin? Rojnamevanên şatafatî, rojnamevanên xwedî nav, min bi ser rojnameya we de da girtin. Binêrin ez îkrara sûc dikim. Beriya em bi ser Hurriyetê de bigirin, li sînyalên telefona wî parlamenterê ku hat binêrin. Ez navê wî parlamenterî nebêjim, wê şerm bibe, hûn dikarin lê binêrin. Parlamenter ji min re got; ‘Wê ji baskên ciwanên me komek biçe, êêê, ew ne nizanin, tu wisa li pişt be’. Min got temam. Min wan şand. Dozgerno ha ji we re delîlên giran û gilîkirin. Parlamenter rica kir. Min jî êrişê pêkanî. Parlamenter rica kir, wisa wisa…    DI KURSIYÊ TE DE KEDA MIN HEYE    Êê, Aydin Dogan zilamek şaş e. Li aliyekî jî ji kuştinê tirsiya. Li aliyekî jî dadgehan dewam dikir. Ez ê bimirim, bila zarokên min derd nebînin, pişt re hoopp (Rojnameya Hurriyetê firotin Demîrorenê…) Keda min di wî kursiyê ku li Demîrorenê tu li serê rûniştiyî heye. Ez qirêj, tu paqij ha. Pambik Demîroren min te girtiye destê xwe. Ez ê gav bi gav te bişopînim. Azerbaycan, di her tiştî de…    RÊXISTINÊN SÛC LI TIRKIYEYÊ BELAV BÛNE    Rojekê Kekê Tayyîp (Erdogan) wê bibîne, li qada navnetewî rêxistinên sûc hene, wek heştpê (ahtapot) ye, derdora Tirkiyeyê, welatên derdorê girtin e. Li gelek welatên cîhanê belav bûne. Ez bawerim ez ê van kesên derdora min girtine bikesixînim.”