Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin 2021-05-20 10:14:49 COLEMÊRG - Li navçeya Robarokê, eskeran gule berdan Şehap Şendol ê şivantiyê dike û Celîl Ekîncî yê ku berê birayê wî ji aliyê eskeran ve hatibû birîndarkirin. Esker bêyî ku hişyariya “raweste” bike, her du kes birîndar kirin.    Li navçeya Robarok a Colemêrgê ya dikeve sînorê Başûrê Kurdistanê, eskeran gule berdan Şahap Şendol ê 23 salî û Celîl Ekîncî yê 17 salî û birîndar kirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, bûyer di 18’ê Gulanê de, li gundikê Çemêrkurk ê girêdayî gundê Haci Bey saet 07.20 rû da. Eskeran li ser xeta sînor gule berdan şivan Şahap Şendol ê li heywanên xwe yên windabûyî digeriya û Celîl Ekîncî yê bazirganiya cixareyan dike. Hat diyarkirin ku esker bêyî ku hişyariya “raweste” bike, her du kes birîndar kirin. Welatî û xizmên birîndaran ên hatin cihê bûyer, her du kes rakirin nexweşxaneyekê Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat destnîşan kirin ku Şendol ê ji destê xwe birîndar bû ji nexweşxaneyê hat derxistin û dermankirina Ekîncî yê ji zikê xwe birîndar bû jî, hîna dermankirina wî dewam dike.    BERÊ BIRAYÊ WÎ BIRÎNDAR KIRIBÛN   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede, dîmenên têkildarî birîndarkirina Celal Ekîncî parve kir. Dede yê HDP’î, wiha bi van gotinan dîmen parve kirin: “Dîmen dîsa ji Robarokê ne. Eskeran li ser xeta sînor, gule berdan du ciwanên me yên sîvîl û birîndar kirin. Gelo daraz li gorî kîjan qanûnan tevdigere. Kanê mafê jiyanê!”    Di heman demê de, hat hînbûn ku Celîl Ekîncî birayê Reşat Ekîncî yê di 31’ê Kanûna 2020’an de, li heman herêmê ji aliyê eskeran ve hatibû birîndarkirin e.    EKÎNCÎ: ESKER NEBÛN ALÎKAR   Birayê Ekîncî Reşat Ekîncî yê ku me derbarê bûyerê de pê re hevdîtin kir, wiha got: “Birayê min, di saetên serê sibê de, bi hespê xwe derbasî Herêma Kurdistana Federe bû. Dûre di vegerê de, şivan Şahap Şendol ê heywanên wî winda bibûn û di heman demê de dibe xizmê me, dibîne û dixwazin bi hevre derbasî Tirkiyeyê bibin. Li ser rêya di vegera gund de, ji qereqolê beyî ku tu hişyarî bê kirin, gule li wan tên reşandin. Ewil birayê min ê li ser pişta hestir ji pişta xwe ve birîndar dibe. Gule li pişta wî dikeve di singê wî re derdikeve.”   HÎNA JÎ TE DERMAN KIRIN    Ekîcî, bal kişand ser rewşa birayê xwe û şivanê birîndar bû û wiha hirsa xwe anî ziman: “Birayê min û şivan Şendol ên birîndar bûn, bi saetan li erdê dimînin. Eskerên li herêmê, bi tu awayî bi wan ve naçin. Eskeran ji bo kuştinê gule berdan birayê min û Şahab. Piştî ku xizmên me telefonê me kirin, agahiya me ji bûyerê çêbû. Em çûn herêmê. Me dît ku du hespên me kuştine. Birayê min û Şahap jî li kêleka hespan rawestiyabûn. Me birîndarên xwe, li ser pişta xwe rakirin nexweşxaneyekê Herêma Federe ya Kurdistanê. Birayê min hîna jî li wê derê tê dermankirin.”