HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe 2021-05-19 15:26:46   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê bi daxuyaniyê êrişa ku duh di saetên şevê de li dijî  Balafirgeha Leşkerî ya Amedê pêk hatibû girt ser xwe.    Duh di saetên derengiya şevê de li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li pey hev bi droneyan êrîşên hewayî pêk hatibûn. Hêzên Parastina Gel (HPG), têkildarî êrişî daxuyaniyeke niviskî da û êrişê girt ser xwe. HPG’ê ku da zanîn ku êriş ji aliyê Hêzên Wan ên Hewayî yê Şehît Delal Amed ve pêk hatiye û dê hurgiliyên êrişî di pêşerojê de aşkera bikin.