Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin 2021-05-19 14:54:09   AMED – Polisên ku xwest bi ser mala Şaredarê berê yê Sûrê Abdûllah Demîrbaş de bigirin, piştî ku hîn kirin malbata Demîrbaş mala xwe bar kiriye, serdegirtinê pêk nanîn û vegeriyan.      Polisan duh bi şev xwest bi ser mala Şaredarê berê yê Sûrê Abdûllah Demîrbaş a li taxa Bagcilarê ya li navçeya Rezan de bigirin. Polisan piştî ku hîn kir malbata Demîrbaş mala xwe bar kiriye beyî ku serdegirtinê pêk bînin vegeriyan.    Nehat hînbûn ku polisan bi kîjan hincetê xwestine bi ser mala Demîrbaş de bigirin.