Serdana malbata Ocalan kirin 2021-05-19 14:31:38 RIHA - Parlamenter û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, serdana cejnê li malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.    Şandeyek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, serdana cejnê li malbata Rêberê PKK’ê Abdullah ê ku 22 salin li Girtîgeha Îmraliyê dibin tecrîdek girankiriye de ye, kir. Şandeya ji Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl û endamên partiyê pêk hat, xwişk û birayê Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ên li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê dijîn ziyaret kir.    ‘DEWLE LÎSTIKÊ DILÎZE’   Şandeyê ewil birayê Ocalan Mehmet Ocalan ziyaret kir. Ocalan di dema serdanê de bal kişand ser hevdîtina telefonê ya di 25’ê Adarê de piştî 4 deqeyan hatibû birin û wiha got: “Rêberê PKK’ê Ocalan di hevdîtinê de got, ‘Dewlet lîstikê dilîze, hûn jî… Ev ne hiqûqiye, ne raste. Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê b imin re bikin.’ Rewşa heyî ne exlaqî, ne siyasî û ne jî wijdaniye. Divê lîstika dewletê neyê qebûl kirin. Rayedarên girtîgehê bi vîna xwe tevnagerin.”   Şandeyê dûre serdana malbata xwişka Ocalan Fatma Ocalan û cejna wê pîroz kir.