HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist 2021-05-19 14:08:05 AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiya rûniştinê li dar xist.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku ji 27’ê Mijdara 2020’an ve girtiyan bi armanca bi dawî kirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daye dest pê kirin, xwest li Parka Koşûyolû ya Rezanê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê, sedan polîs bi wesayîtên zirxî park dorpêç kirin.    ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ   Rêveber û endamên partiyê bi Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan re piştî ku polîsan daxuyaniya wan asteng kirin di parkê de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Partiyiyan tecrîd û binpêkirinên mafan bi lêdana çepikan şermezar kirin.    Polîsan, rojnamevanên ku xwestin partiyiyên çalakiya rûniştinê pêk anîn bikişînin, asteng kirin.