Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket 2021-05-19 12:47:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû, gotibû ku herî dawî di meha Hezîrana par de bi Suleyman Ozişik re hevdîtin kiriye, lê di meha Îlonê de derketin heman bernameyê û wêneyên wan ên bi hev re kişandibûn derketin holê.   Serokê rêxistina sûc a organîzekirî Sedat Peker, îdîakiribû ku rojnameger Hadî Ozişik navbeynkariyê di navbera wî û Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû de dike. Hadî Ozişik jî ev îdîaya Peker derew derxistibû. Peker li ser vê yekê duh li ser medya înternetê, vîdeoya hevdîtina xwe ya bi Hadî Ozişik re parve kir.    Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû, piştî vê vîdeoya Peker demek şûnde, ji Super Haberê re axivî û îdîa kir ku di demek nêz de bi Suleyman Ozişik re tu hevdîtin nekiriye. Soylû, derbarê du birayên hev Ozişik de, wiha got: “Bi serokekê mafyayê re, dek û dolap li dijî min ava kirine. Ez ê derbarê wan de gilî bikim. Min bi Suleyman Ozişik re herî dawî di meha Hezîranê ya par de hevdîtin kiribû. Di demek nêz de min qet bi Suleyman Ozişik re hevdîtin nekiriye.”   TEVLÎ BERNAMEYA ÎLONÊ BÛ YE   Lê, wêneyên Suleyman Ozişik ên li ser hesabê xwe yên Instagramê parvekirine, Soylû derew derxistin. Ozişik li ser hesabê xwe yê Instagramê 2 wêneyên ku di 24’ê Îlona 2020’an ên berî bernameya televîzyonê û piştî bernameyê yên bi Soylû re kişandibûn, parvekirin e.