Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye 2021-05-19 11:58:44 RIHA - Malbata Şenyaşar a ku li ber avahiya edliyê têkoşîna xwe ya “Edaletê” dewam dike, wiha got: “Dema edaletê tuneye. Edliye çi girtî be, çi jî vekirîbe dozeke me ya mafdar heye.”   Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 72’yemîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de hat ber avahiya Edliyê, dowîzên “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin, em edaletê dixwazin”, “Em tenê edaletekê bê alî dixwazin”, “Em dixwazin bi rojên edalet pêk hatiye re şiyar bibin” û “Edalet her tim edalete” li ser nivîsandibûn danî erdê û dest bi çalakiya xwe kir. Polîsên di edliyê de, destûr nedan ku malbat di baxçeyê edliyê de rûne. Malbatê li ser vê yekê çalakiya xwe li ber deriyê edliyê li dar xist.    ‘MIROVAHÎ JÎ VÊ QEBÛL NAKE’   Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ligel ku îro edliye kar nake jî em hatin ber avahiyê. 72 rojin em têkoşîna edaletê didin. Îro betlaneya fermiye, lê em dibêjin ku dema edaletê tuneye. Edliye çi girtî be, çi jî vekirîbe, dozeke me ya mafdar heye. Li dijî malbata me komkujiyek hat kirin. Bersûc hîna jî serbestin. Li kolan û koçeyan digerin. Em vê qebûl nakin. Mirovahî jî vê yekê qebûl nake. Heya ku darizandineke adîlane pêk were, emê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. E bang li hemû kesên ku dibin ‘ez xwedî wijdanim’ dikin ku vê dozê bişopînin.”   ‘BI NECAZAKIRINÊ XELAT DIKIN’   Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya înternetê jî, ev peyam parve kir: “Îro 19’ê Gulanê, dema edaletê tuneye. Têkoşîna me di roja 72’yemîn de ye. Bav û birayên me li nexweşxaneyê hatin kuştin. 3 salin bersûc li qadan serbest digerin. Bersûcan bi necazakirinê xelat dikin.”