Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye 2021-05-19 10:33:06   MÊRDÎN – Li beriya Mêrdînê piştî çinîna nîsk û ceh çinîna genim jî dest pê kir. Li gorî daneyên destpêkê, li ber salên borî li erdên ne avdayî ji sedî 90 û ji erdên avdayî jî ji sedî 50 xêr û bêr daketiye.    Li bajarên herêmê bi çinîna debrê re bandora hişkesalî derdikeve holê. Li Mêrdînê, ji 3 milyon û 140 hezar donim êrdê ku her sal çandinî lê dihat kirin îsal ji ber hişkesaliyê li milyonek û 500 hezar donimî çandinî avdanî nehat kirin. Cotkarên Mêrdînê, piştî çinîna nîsk û ceh çinîna genim jî dest pê kir.  Li gorî daneyên destpêkê, li bajar li ber salên borî li erdên ne avdayî ji sedî 90 û ji erdên avdayî jî ji sedî 50 xêr û bêr daketiye. Hişkesaliyê hem bandora xwe li xêr û bêr hem jî li qalîteyê kiriye.   ERDÊN AVADAYÎ JI YÊN NE AVDAYÎ ÇÊTIR IN   Şeyhmûs Yildirim ku bi makîneya durînê genim diçîne, diyar kir ku li ber erdên ne avdayî erdên avdayî baş in û wiha got: “Ji 40-50 donimî depoya 4 tonî bi zorê têje dibe. Li erdên ne avdayî ji donimekî 70-80 kîlo genim tê. Sala borî ji donimekî 700 kîl dihat.  Li erdên avdayî jî sala borî ji donimekî 70-800 kîlo dihat. Îsal di navbera 350 û 400 kîloyî de genim ji erdên avdayî tê.”   COTKARAN XESAREKE MEZIN KIRIN   Cotar Mehmet Yildirim jî anî ziman ku bi xêr û bêra genim re xêr û bêra kayê jî ketiye û wiha axivî: “Îsal hişkesalî çêbû. Hin rojan pir germ hin roj jî pir sar bû. Dema ku sira cemidî lê debran da wan rizand. Divê dewlet piştgirî bide da ku cotkar karibin xwe bidin hev. Heke ev nebe wê cotkar şerpeze bibin. Hem xêr û bêr û hem jî qalîte daketiye. Li erdên avadayî jî ji ber mesrefa ceyran û gubreyê cotkar xesar dikin. Kare sewalkaran jî zehmet e. Ji berk u ka biha ye wê nikaribin sewalkariyê bikin. Wê ew jî bihabûna goşt bixwazin. Di vê rewşê de jî wê welatî zehmetî bikişînin. Ji ber vê îsal rewş zehmet e.”   MA / Ahmet Kanbal