Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc 2021-05-19 09:47:05   AMED – Di doznameya ku ji Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas re 20 ceza tê xwestin de hemû xebatên ku Almas kirine û daxuyaniyên ku dane weke delîlên sûc hatine nişandan.  Çepîka dayîna Almas jî weke “piştgiriya rêxistinê” hesab kirine.    Di çarçoveya lepirsîneke ku li dijî Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) hatibû vekirin de di 27’ê sibatê û 3’ê adarê de 29 kes hatibûn binçavkirin û ji vana 12 kes jê jî hatibûn girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê van kesan de dozname amade kirin û dest bi pêşkêşkirina wan a dadgehê kir.    Piştî rêvebera komeleyê Hatûn Aslan doznameya Hevseroka Komeleyê Yuksel Almas jÎ pêşkêşî dadgehê hat kirin. Di doznameya ku ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li Almas hatiye kirin û jê re ji 8 salan heta 20 salan cezaye girtîgehê hatiye xwestin.    GOTINÊN ÎTÎRAFKAR   Di doznameyê de rexmî ku derbarê komeleyê de tu biryareke girtinê tuneye jî tê angaştkirin ku komeleyê girêdayî PKK’ê ye. Her wiha agahî tê dayîn ku lêpirsîn li ser gotinên Yasmîn Yalçin û Temûr Guzel ku di sala 2020 û 2021’an de ji aliyê PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatine kirin, hatiye destpêkirin. Di doznameyê de gotinên şahidê nepen ê bi koda "ZS35SN58UV52PG10" jî weke delîlên girêdana komeleyê ya PKK’ê hatine nişandan.    ÇI HEBE KIRINE DELÎL!   Kovarên bi navên Ozgur Halk, Jînelojî, Demokratîk Modernîte, Şopa Rojê; forma endamtiya komeleyê, rêzikname û bernameya komeleyê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine qebûlkirin, serlêdanên malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, lîsteya endamtî û rêveberiya komeleyê, rapora xebatê ya komeleyê, daxuyaniyên komeleyê, agahiyên derbarê goristanên komî û goristanên bêkesan û bangên ji bo girtina cenazeyên li van goristanan weke delîlên sûc hatin nîşandan.    TEVLÎBÛNA BÎRANÎNA ANTER JÎ SÛC HESIBANDINE   Beşdarbûna Almas a cenaze, şîn, daxuyaniyên çalakiya greva birçîbûnê, bîranîna Şêx Seîd, bîranîna ronakbir û rojnameger Mûsa Anter ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, kongreyên HDP û DBP’ê, çalakiyên ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari ku parlamenteriya wan hat xistin, şermezarkirina îşkenceya bi kûçik a li dijî Rojbîn Çetîn, xebatên Yekitiya Neteweyî, daxuyaniyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê di doznameyê de bûne mijara sûc.    ÇEPIK DAYÎNA ALMAS JÎ KIRINE SÛC   Di doznameyê de çepik dayîna Almas a li çaliyekê jî weke “piştgiriya rêxistinê” hatiye hesabkirin. Dîsa hevpeyvînên Almas ên derbarê şewitandina gundê wam, îşkenceya ku li wan hatiye kirin û koçkirina ku li wan hatiye ferzkirin jî weke sûc hatine hesibandin. Daxuyaniyên Almas ên derbarê hilweşandina goristana, goristanên komî, windakirinan, nedayîna cenazeyan a malbatên wan, îşkenceya li cenazeyan, daxwaza ronîkirina cînayetên faîlê meçhul û Îpek Er ku li Eliyê çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî wê hatibû kirin de jî weke sû cdi doznameyê de cih girtin.