Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne 2021-05-19 09:01:57   STENBOL - Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku armanca operasyona TSK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe Şengal e û got: "Ew bi xwe jî bawer nakin ku dê PKK'ê biqedînin. Lê armanca wan; piştî berterefkirina Şengalê berê xwe bidin Rojavayê."    Operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Civaknas Azad Bariş operasyona heyî nirxand.   'ARMANC ŞENGAL E'   Civaknas Bariş, anî ziman ku armanca operasyonê bi temamî Şengal e, lewma bombekirina çiyayên Zagros, Zap û Qendîlê sembolîk in û got: "Ew bi xwe jî bawer nakin ku dê nikaribin hêzên çekdar ên PKK'ê biqedînin. Ji lew re pisporên navneteweyî jî dibêjin ku ev ne pêkan e. Jixwe gava em di warê eskerî de jî mêze dikin em dibînin ev ne pêkan e. Lê bi awayekî sembolîk bombe dikin. Armanc Şengal e. Lewma dixwazin bi vê bandorekê lê bikin. Li Başûrkê Kurdistanê di 10 salên dawî de di ser 30'yî re binkeyên eskerî hatine avakirin. Hêla hikûmeta ku PDK'ê ew domîne dike, vê yekê pesend dike û binekyên eskerî bûne binkene mayinde."    Bariş, destnîşan kir ku heger Tirkiye Şengalê berteref bike, baş tê zanîn ku dê dor were Rojavayê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê). Bariş, bilêv kir ku divê Rojava û Şengal bi hev re bên nirxandin, ji lew re pêşektina yekê pêşektina a din e û ketina yekê ketina ya din e.    Bariş got: Jixwe tişta dixwazin jî ev e. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî ji bo vê çi ji destan hat kir. Gotin, dê bibe Qendîla duyem. Lê çi di warê stratejîk û çi jî di warê polîtîk de tu hêelek Şengalê naşibe Qendîlê. Di warê fikrî de dişibe, ev rast e. Lê ji ber ku êrîşa li hemberî Şengalê wekî êrîşa li ser Rojava ye, armanca sereke ya oeprasyonê jî Şengal e. Li Sûriyeyê Efrîn, Bab, Îdlîb û hin herêmên din di kontrola wan de ne û her diçe ev der ji dest wan diçe. Hêzên navneteweyî jî naxwazin derbasî wî rojavayê Firatê bibin. Çendî ku sedema operasyonan bi bilêvkirinên mîtîlojîk bê gotin jî û bi vî awayî hewl didin raya giştî qaneh bikin, lê divê bê dîtin ku ev rengevdana bêçaretiyê ye."    HELWESTA PDK'Ê   Bariş, ji bo helwesta PDK'ê ya ji bo operasyonê jî got: "Gava em bi medota zanista civakî li ser vê hûr bibin, em dikarin vê meseleyê bi termînolojiyeke girîng bilêv bikin. Em dikarin PDK'ê wekî unsûreke ku piştî wextekê daxilî nav vê termînolojiyê bûye, binirxînin. Ev, bîrdoziya 'mahremiyetê' ye ku çendî ku dijberî hev bin jî, li dijî yên din hewl didin bi yek bin. Bi vî awayî li hev dikinî dest nadin hev du û ji bo lihevkirina hatina cem hev bîrdoziyekê ava dikin. Di vî warî de PDK xwe wekî bijarteya herî sereke ya kurdan dihesibîne. Xwe wekî perçeyeke nasnameya bilind a di pêvajoya netewdewletan de derketiye holê dibîne"    Bariş, anî ziman ku Kurdistana ku ew teheyul dikin û nasnameya kurdî ya ku ew teheyul dikin, ji ya ku em teheyul dikin pir cuda ye û got: "Ji lew re gava zirar bigihê me, tê wateya zirar digihê wê jî. Divê mirov dîtina PDK'ê wekî 'Bîrdoziya mahrûmiyetê' pênase bike. A rast ew bûye perçeyeke vê xirabiya ku li kurdan tê kirin û di nav vê bîrdoziyê de cih digire. Sedema ku PDK ev yek pesend kiriye jî ev e."    Bariş, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên navneteweyî jî rê li ber dixin. Netewdewletên serdest, di warê parastina sînroran de piştgiriyeke mezin dikin û PDK'ê wekî nûnerê kurdan dihesibînin. Helbet Rojavayê ev denklem hebikekî xera kir û tevgera mordern a kurd bi rêya sêyem a alternatîf ev yek ji binî de hejand."    BANDORA OPERASYONÊ YA LI BAŞÛR   Bariş, destnîşan kir ku a tê kirin tevgereke dagirkeriyê ye û ya hîmê vê datîne ne senteza tirk-sîlamî ye, tûranîzm e û got: "PDK'ya ku ev tevger pesend kiriye û li cem vê tevgerê disekine jî dê bibe hedefa vê tevgerê."    Bariş, destnîşan kir ku dê Tirkiye bi van operasyonan tiştekî bi dest nexîne û got: "Dê fêm bikin ku bi propagandauua ulkutîyiê dê tiştekî bi ser tiştekî neixn. Lê dê pêvajoya têgihiştinê, bi guherandina vê rêbazê bibe. Ev ye paşperdeya hemû operasyona ye. Ji lew re pir ji kurdan ditirsin. Ji ber vê heta ji wan tê êrîş dikin. A rast hemû operasyon, awayî berfirehkirina xelekê ye. Dixwazin bênefes bihêlin, lê divê vê baş bizanibin; dîroka cîhanê ji van mînakan xalî nabe. Roj tê ev mînak tên tepisandin."    MA / Îdrîs Sayilgan