Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe 2021-05-19 09:01:38   STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknûr Alcan, tecrîda li Îmraliyê wekî "îşkenceya sîstematîk" pênase kir û got: "Di mijarên siyasî û civakî de pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo tevahiya welêt wekî pîvaneke hiqûqî-polîtîk tê qebûlkirin. Heya ev neyê çareserkirin, ne pêkan e ku welêt bigihê pîvanên demokratîk."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî nayên bersivandin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan, destnîşan kir ku heya ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe.    ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK    Alcan, destnîşan kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye. Alcan got: "Ev pergal, di warê mafên hevdîtina bi parêzeran, bi ferdên malbatê re, di warê hevdîtin bi telefonê, di warê name, faks û hemû awayê pêwendîdanînê de pergaleke ku hiqûqê ji holê rakiriye."    Alcan, anî ziman ku tişta pêk tê ji binpêkirinake mafan wêdetir "îşkenceya sîstematîk" e û got: "Çendî ku pandemî heye jî, li Îmraliyê sûc tê kirin. Li gor xala 3'yan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îşkence sûc e li hemberî mirovahiyê. Tiştên li Girtîgeha Îmraliyê pêk tên, binpêkirina xala 3'yan a DMME'yê ye."    PERGALEKE KÊFΠ   Alcan, destnîşan kir ku pergala tecrîda Îmraliyê ya di şexsê Ocalan de pêk tê, di serî de gelê kurd û bi giştî li tevahiya gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin. Alcan, anî ziman ku pergala Îmralî û tecrîdê derfeta çareseriya demokratîk a di şexsê Ocalan de berbiçav bûye jî tê tecrîdkirin û got: "Jin, kurd, elewî, ermenî, hêzên demokratîk û muxalif û hemû reng û dengên dixwazin bi hev re bijîn tên tecrîdkirin. DMME, bi biryara xwe ya 2014'an hikum kir ku tiştên li Îmraliyê pêk tên muameleya xirab û îşkence ye. Lê belê Tirkiye di vî warî de tiştek nekir."   Alcan, bilêv kir ku ev pergal bi temamî li ser asasekî kêfî hatiye avakirin û got: "Li bi awayekî pir aşkere li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye."    PÎVANÊN DEMOKRATÎK    Alcan, anî ziman ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê di warê hiqûqî û siyasî de bandorê li hemû girtîgehan dike û got: "Bêhiqûqiyên di pergala tecrîdê ya Îmraliyê de li hemû girtîgehan pêk tên. Mesela qedexekirina pritûkan, bi kamerayan û pergala dengî tomarkirina hevdîtina bi parêzeran re hwd. Ev hemû pêşî di pergala tecrîdê ya Îmraliyê de pêk hatine. Niha jî pandemiyê dikin hincet û hem li girtîgehan hem jî li welêt astengiyan datînin."    Alcan, diyar kir ku wekî berê niha jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê çalakiyên greva birçîbûnê tên kirin û got: "Lewma di mijarên siyasî û civakî de pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo tevahiya welêt wekî pîvaneke hiqûqî-polîtîk tê qebûlkirin. Heya ev neyê çareserkirin, ne pêkan e ku welêt bigihê pîvanên demokratîk."    SERLÊDAN    Alcan, bilêv kir ku ew OHD her tim bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi raya giştî re parve dikin û got: "Em tevî saziyên hiqûqê û rêxistinên mafên mirovan têdikoşin ji bo rakirina vê pergalê. Wekî hûn dizanin, piştî biryara 2014'an a DMME'yê Tirkiye tiştek nekir. Dosye niha li Komîteya Wezîran e. Em jî ji bo biryara DMME'yê pêk bê, hewl didin di warê qada navneteweyî de hin serlêdanan bikin."    MA / Ferhat Çelîk