Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin 2021-05-19 01:05:21 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Fermandariya Jetê ya Sereke ya 8'an a Amedê teqîneke mezin çêbû.   Hat diyarkirin ku bi şev li Amedê teqîneke dijwar çêbû. Dengê teqînê ji gelek deverên bajêr hat bihîstin. Hat gotin, li hemberî Fermandariya Jetê ya Sereke ya 8'an a Amedê êrîşeke bi droneyê hatiye kirin.    Hin çavkanî jî diyar dikin ku teqîn li Taxa Şehîtlîk a Yenîşehîrê çêbûye.    Piştî teqînê li bajêr liv û tevgera wesayîtên zirxî û ambulansa ye.