Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin 2021-05-18 17:12:18   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê di dewama parastina xwe de got: “Dozger bi rêyên dijyasayî ji ANF’ê ya ku li Tirkiyê qedexe ye, nivîs girtine. Hat teqezkirin ku şandeya dadgehê ji bo hikum li ser me deyne hatiye wezîfedarkirin.”    Danişîna duyemîn a Doza Kobanê piştî navberê bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.    ‘DOZGER ÇAWA DIKEVE MALPERA ANF’Ê’    Demîrtaş hêcetên reda dadgerî rêz kir û got: “Nûçeyên ji sedan rûpel di îdianameyê de pêk tên ji malpera bi navê ANF’ê hatine wergirtin. Dozger çawa van nûçeyan ji ANF’ê wergirtiye tu belge nîne. Peyamên me yên medya civakî di malperên din de wek Hurriyet, CNN jî hene. Lê dozger rabûye daxuyaniyên me ji ANF’ê girtiye. ANF malpere ku li Tirkiyê qedexe ye. Dozger ji bo ji wir nûçeyan bigire, divê destûra vekirina malperê bide. Ev destûr nehatiye girtin. Dozger bi rêyên dijyasayî ketiye ANF’ê û nûçeyên ku bibin belge wergirtiye. Dadgeha tam jî dixwaze ji bo hêzdariya vê îdrakê xizmet bike. Ji malperek qedexe bi sedan kaxez nûçe hatine girtin. Hem jî bi rêya dijhiqûqî. Divê îdianame were sererastkirin. Şandeya we jî bûye hevkarpê vê dijhiqûqiyê.”   DOZGER PIR LI A HABERÊ TEMAŞE KIRIYE    Demîrtaş anî ziman ku dema ew li naveroka îdianameyê dinêrin ev tê bîra wan ku dozgerê îdianame amade kiriye gelek li A Haberê temaşe kiriye û îdianame amade kiriye û dadgehê jî vê pejirandiye. Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê xwe di hundirê îdianameyê de eşkere kiriye ku pir eşkere li dijî wan xebitî ye û hema çi axaftin û peyamên wî û wêneyên wî dîtiye kiriye sûc û li dosyeyê bar kirine.    HIQÛQA DIJMINANE    Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê bi awayek taybet ji bo dosyeya dozê binêre hetiye wezîfedarkirin û û got: Hûn tenê liv ê dozê dinêrin. Hat teqezkirin ku şandeya dadgehê ji bo hikum li ser me deyne hatiye wezîfedarkirin. Tevî ku dozên wen din jî hene, lê we şandeyên din şandiye wan dosyeyên din. Lê niha wezîfeya we ew e ku hûn HDP’iyan bidarizînin. Bi lezûbez we roja danişînê diyar kir. We roja danişînê bi zanebûn xist roja yekşemê. Lê hûn bi fermana daxuyaniyên siyasî dixebitin. Hûn bi hiqûqek dijminane nêzî me dibin.”    QEYMEQAM JI WAN ALÎKARÎ XWESTIYE    Demîrtaş daxuyaniya Erdogan a di 27’ê gulana 2015’an de derbarê Balafirgeha Geverê de da bi bîr xist û got: “Ji bo ew balafirgeha ku Erdogan behs dike were qedandin, Qeymeqamê Geverê di pêvajoya çareseriyê de ji me alîkarî yanî ji Şandeya Îmraliyê alîkarî xwest. Got hûn diçin Qendîlê, Îmraliyê, ji bo qedandina vê balafirgehê alîkarî bixwazin. Qeymeqamê dewletê alîkarî ji me xwest.”    ‘BAWERIYA MIN BI EDALETA WE NAYÊ’    Demîrtaş destnîşan kir ku 37 welatiyên di çalakiyên Kobanê de hatin qetilkirin ne de xema îqtidarê de ye û wiha got: “Îqtidar dixwaze li ser Yasîn Boru û kesên din hatine kuştin xwe li ser pêya bigire. Ji xwe re kiriye kedxwarî. Çalakiyên Kobanê beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê bi qasî 9 meh berê pêk hatibûn. Lê belê ji bo ku kampanya hilbijartinê qezenc bikin, îdrakê çê bikin û hişê hilbijêran tevlîhev bikin, derewan dikin. Jixwe ez ji edaleta we bawer nakim, lê van kesên ku nevûyan bi me ve tînin hewaleyî Xwedê dikim. Heke bawerî bi wan re hebe, wê roja axîretê hesab ji wan were pirsîn.”    DIXWAZIN ÎDRAQA SIYASÎ ÇÊ BIKIN    Demîrtaş anî ziman ku Erdogan û şirîkê xwe MHP dixwazin derbarê partiya wan de îdraqsaziya siyasî çê bikin. Demîrtaş destnîşan kir ku ji 31’ê kanûnê ve ku îdianame radestî şandeya dadgehê hatiye kirin her tişta ku dikin sûc e û ji şandeya dadgehê xwest rûmeta xwe biparêz in û nebin hevkarê êrişên siyasî, nexwê wê navê vê doz di dîrokê de bi nebaşî were gotin. Demîrtaş got heta biryara DMME’yê ji aliyê şandeyek dadgehê ya serbixwe ve were sepandin wê têkoşîna wan bidome.    ‘BAWERIYA SEDAT PEKER JÎ BI WE NAYÊ’   Demîrtaş anî ziman ku kesek bi navê Sedat Peker jî êdî bi baweriya wî bi darazê nayê û got: “Heke baweriya wî kesî neyê, wê baweriya me çawa bi daraza we were. Her tiştek ku hûn li ser dosyeyê bikin wê gumanbar be.”    Piştî parastina Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag dest bi parastina xwe kir.