Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê 2021-05-18 16:15:45   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, xwest ku neheqiya li HDP’iyan tê kirin ji hemû cîhanê re bê vegotin û wiha got: “Divê Tirkiye dest ji kevneşopiya pirsgirêkên siyasî ya bi rêya darazê çareserkirinê berde.”   Şandeya Dadgehê navber da danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan di navbera danişînê de ji ajansa me re axivî.   Ozturk anî ziman ku bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş careke din derket holê ku Doza Kobanê dozeke neheq e û wiha got: “Guhdarvanekê jî dema neheqiya li hûndir guhdar kir wê bi rehetî bizane ku ev doz komployeke ku li HDP’ê û siyasetmedarên wê tê kirin.”   ‘DIVÊ JI CÎHANÊ RE BÊ VEGOTIN’   Turkdogan da zanîn ku Demîrtaş pêkneanîna biryara Daîreya Mezin a DMME’yê bi berfirehî vegot û wiha axivî: “Qasî ku darizandin berdewam dike, siyasetmedarên HDP’î gotinên xwe pêk tînin. Nayên darizandin, esasê dadirizînin.” Turkdogan bi lêv kir ku divê hiqûqnas vê neheqiya li HDP’iyan tê kirin ji hemû cîhanê re vebêjin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku edalet wiha pêk nayê. Heke li edaletê bê gerîn, divê ewil mirovên di girtîgehan de bêhiqûqî û neheq tên girtin bên berdan. Bila sûcdarên rast bên dîtin û derxînin pêş darazê. Lê bila siyasetmedar bi van îdiayên beredayî neyên darizandin.”   ZEXTA LI SER DADGEHÊ   Turkdogan destnîşan kir ku li ser dadgehê zext heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dadgehê îdianameya 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê di nava çend rojan de xwendiye û qebûl kiriye. Em 340 klasorên ku lê zêdekirine jî najimêrin. Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê. Ji ber ku di cîhanê de tu kes nikare 3 hezar û 530 rûpelan di nava çend rojan de bixwîne. Tiştekî wisa tune ye. Divê Tirkiye dest ji kevneşopiya pirsgirêkên siyasî bi rêya darazê çareserkirinê berde. Hûn ê bi HDP’ê re rûnên û weke siyasî pê re biaxivin. Hûn ê pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê pê re biaxivin. Hûn aliyekî mehkûm bikin û aliyê din jî paqij derxînin nikarin bigihin tu deran.”