Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest 2021-05-18 13:39:22   ENQERE - Alîkara Serokê Giştî yê AKP’ê Leyla Şahîn Ûsta ku bi komeke AKP’î re daxuyanî da, HDP hedef girt û serkeftin ji şandeya dadgeha Doza Kobanê re xwest.      Danişîna duyemîn a Doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de 28 kes jê girtî bi giştî 108 kes têne darizandin, berdewam dike. Alîkara Serokê Giştî yê AKP’ê Leyla Şahîn Ûsta, bi komeke AKP’î re li pêş Kampusa Girtîgeha Sîncanê ku danişîna dozê lê tê dîtin daxuyanî da. Ûsta, diyar kir ku weke parlementer, rêxistin û parêzerên AKP’ê dozê dişopînin û HDP hedef girt. Ûsta, îdia kir ku Tirkiye dewleta hiqûqê ye û serkeftin ji şandeya dadgehê re xwest.