Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir 2021-05-18 12:35:26   ENQERE - Danişîna duyemîn a Doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de 28 kes jê girtî bi giştî 108 kes têne darizandin, dest pê kir.    Danişîna duyemîn a Doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de 28 kes jê girtî bi giştî 108 kes têne darizandin, dest pê kir. Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û Selahattîn Demîrtaş jî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel, parlementera berê Ayla Akat Ata, Ayşe Bagci, Bîrcan Yorûlmaz, Sîbel Akdenîz, Pervîn Odûncû li eywana danişînê amade bûn.    Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye û Gulten Akkaya ya negirtî tê darizandin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî danişînê nebûn. Siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehên lê girtî ne beşdarî danişîne bûn. Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê negirtî tê darizandin jî ji Stenbolê bi riya SEGBÎS’ê beşdar bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin ûparlementerê berê Altan Tan jî hêcet nîşandan û beşdarî danişînê nebûn.    DAXWAZA WERGIRTINA EYWANÊ YA ROJNAMEGERAN   Danişîna ku parêzer jî lê amade bûn ji ber şandeya dadgehê dereng hat, bi derengî dest pê kir. Şandeyê piştî tespîta nasnameyan mafê axaftinê da parêzeran. Parêzeran daxwaz kir ku rojnamevan û şêwirmendên parlementeran bigirin eywana danişînê. Şandeya dadgehê diyar kir ku 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaza reddî hakîm red kiriye û anî ziman ku ji ber rêya îtîrazê vekiriye di danişînê de têkildarî esasê parastin nikare were kirin.  Danişîn bi xwendina evraqên ku li dosyayê zêdekirine didome.