Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir 2021-05-18 12:08:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyand ku bi heyeteke Amerîkayê re hevdîtineke çêkir kiriye û ji bo xurtkirina Rêveberiya Xweser biryara mayîna Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê hatiye dayîn.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku bi heyeteke payebilind a Amerîkayê re hevdîtinek kiriye. Ebdî, da zanîn ku bi heyeta Amerîkayê re biryar hatiye dayîn ku heta serkeftina bi temamî ya li dijî DAIŞ’ê û ji bo xurtkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê bimîne.    Twîta Ebdî ya têkildarî hevdîtinê wiha ye: “Me bi heyeteke payebilind a Amerîkayê ya di bin serokatiya ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Alîkarê Wezîr Birêz Joy Hood û ji Qesra Spî jî Dîrektora Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraq û Sûriyeyê Zahra Bell re civîneke çêkir kir. Biryar hat dayîn ku heta serkeftina bi temamî ya li dijî DAIŞ’ê û ji bo xurtkirina aramiyê  Rêveberiya Xweser Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê bimîne.”