Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine 2021-05-18 11:17:29   STENBOL - Hat zanîn ku 3 girtiyên li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5’an a Tîpa F dimînin bi koronayê ketine û di bin navê tevdîrê de wan xistine hucreyê.    Li girtîgehan jî her ku diçe vîrûsa koronayê (Kovîd-19) belav dibe û girtî pê dikevin. Kadîr Kaya yê li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5’an a Tîpa F dimîne bi telefonê bi malbata xwe re axivî ye û ji malbata xwe re ragihandiye ku 3 hevalên wan girtî bi vîrûsa koronayê ketine. Kaya ji malbata xwe re daye zanîn ku hevalên wan bi koronayê ketine di bin navê tevdîrê de xistine hucreyê û mafê wan ên hevdîtina telefonê hatiye astengkirin.    Me xwest em têkildarî mijarê bi rayedarên girtîgehê re biaxivin lê bersiva telefona me nedan.