Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin 2021-05-18 11:04:01   ENQERE - 2'emin danişîna doza Kobanê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Ji bo kesên dozê dişopine û malbatan salonek cuda amade kirin. Li aliyê din polîsan destûr nedan ku rojnamegerên karta wan a turkuazê tune dozê bişopînin   2'emîn danişîna doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag  û Selahattin Demirtaş jî di navde 28 kes girtî bi giştî 108 kes têne darizandin, li kampusa Girtigeha Sîncanê ku 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rêve dibe, dest pê kir.    Beriya ku danişîna dozê test pê bike, li hundir û dervê Kampusa Girtîgeha Sîncanê polîsan tedbîrên pir zêde girtin. Beriya danişîn dest pê bike, parêzer, parlamenter û kesen dozê bişopîne, bi hinceta li salonê lêgerîna bombeyê heye demek dirêj li pêş kampusê hatin rawestandin. Piştî lêgerînê yek bi yek hildan hundir. Li salonê zêdebûna polîsan bal kişand ser xwe. Ji bo malbatn û şopdarên dozê salonek cuda hat amadekirin.    ROJNAMGER HILDEDAN HUDIRÊ SALONÊ   Polîsan rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin û derbasî salonê bibin, bi hinceta karta wan a turkuazê tune, hilnedan hundir. Dîsa destûr nedan ku telefon û kompîtûrê jî têxin hundirê salonê.    Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu û wekilên HDP'ê tev li danişîna dozê bûn. Dîsa nûnerên Delegasyona Tirkiyeyê yên Yekîtiya Ewropayê jî doz şopandin.    200 PARÊZER KETIN SALONÊ   Kesên ku girtî têne darizandin bi rêya SEGBîS'ê tev li danişînê bûn. Tê payin ku di nava rojê de Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş mafê axaftinê bigirin. Di danişînê de 200 parêzer dozê dişopînin.