Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin! 2021-05-18 09:02:04 WAN - Rêvebirê OHD'ê Parêzer Ekîn Yeter, anî ziman ku bi "Qanûna Înfazê" re erkeke ji mekanîzmayên darazê wêdetir ketiye destê desteyên çavdêriyê û pirsên wekî "Gava tu derkevî tu yê di HDP'ê de bixebitî?" berpêşî girtiyan tên kirin. Ji ber "Qanûna Derbarê Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê De" berdana gelek girtiyên siyasî tê astengkirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya vê qanûnê de Desteya Çavdêriyê ya Girtîgeha Wanê pirsên wekî "Gava tu derkevî tu yê di HDP'ê de bixebitî?" ji girtiyan dipirse.    'BI AWAYEKÎ KÊFÎ TÊ BIKARANÎN'    Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ekîn Yeter, diyar kir ku qanûna ku astengiyê datîne ber berdanê dijî peymanên navneteweyî û hiqûqa gerdûnî ye. Yeter, destnîşan kir ku qanûna navbirî dijî ruhê Qanûna Bingehîn e jî û got: "Ji bo girtiyan şert û mercên înfazê jî giran bûn. Deste hin pirsan dike û li gor vê nirxandinekê amade dike. Dadgeriya Înfazê jî li gor vê nirxandinê biryarê dide. Bi guherandina dawî re, erkeke wisa dane desteyên rêvebiriyê ku ev erk ji mekanîzmayên darazê jî wêdetir e. Ev erk, li gelek girtîgehan bi awayekî kêfî tê bikaranîn."    'TU YÊ DI HDP'Ê DE BIXEBITÎ YAN NA?'    Yeter, anî ziman ku li gelek girtîgehan hin pirsên "kêfî" berpêşî girtiyan tên kirin û got: "Bêalîbûn û poşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Bi awayekî dijî qanûna bingehîn zorê didin wan ku fikirên xwe eyan bikin. Mesela, herî dawî li Girtîgeha Wanê pirsên wekî 'Derheqê HDP'ê de çi difikirî?, Ew û PKK'ê li ser heman xetê ne? Tu çawa dinirxînî? Gava tu derkevî tu yê di HDP'ê de bixebitî yan na?' berpêşî girtiyan dikin."    Yeter, destnîşan kir ku ev pirs dijî qanûnan e û got: "Ev deste wekî mekanîzmayên darazê û wekî dadgeran hereket dikin. Girtiyan careke din ceza dikin û cezayên wan taloq dikin. Ev yek nayê qebûlkirin."    MA / Cemîl Ûgûr